Rojnameya Ronahî 6 sal li pay xwe hêşt
09:05
Civîn Girbawî-Medya Reqa/JINHA
QAMIŞLO - Rojnameya Ronahî 6 sal li pay xwe hêşt, bi vê mebestê rojnamevanên Ronahiyê diyar kirin ku, bi encama xebatek berfireh, bi tecrûbe û kedên mezin wan navaroka rojnameyê dagirtiye.
Rojnameya Ronahî ya ku bi zimanê erebî di 16'ê cotmeha 2011'an dest bi weşana xwe kir, niha bi zimanên kurdî û erebî tê weşandin. Rojnamevanên Rojnameya Ronahiyê bi boneya 6'mîn salvegera damezrandina xwe ji ajansa me JINHA'yê re têkîldarê xebat û weşana rojnameyê nirxandin kirin. Rojnamevana Ronahiyê Bêrîvan Xelîl da zanîn ku rojname cara yekem li bajarê Helebê hatî çapkirin û got ku ji ber rewşa siyasî ya li herêmê navend li Kantona Efrînê vebû û wiha got: "Di sala 2013'an de jî navenda me li Kantona Cizîrê hat vekirin. Niha li hersê kantonan me xwe bi rêxistin kiriye û em bi aweyek hevbeş xebatê dikin."
Komek jin bi taybetî ser rûpela jinê xebatê dikin
Bêrîvanê anî ziman ku Ronahî ji beşên siyasî, civakî, çandî, jin hwd. pêk tê û ev tişt got: "Yekemîn car li Kantona Efrînê xebatkarên jin tevlî rojnameyê bûn. Roj bi roj hejmara jinan zêde bû. Niha bêtirî 20 hevalên jin di rojnameya me, di rûpel û xebatên wê yên teknîkî de cih digrin. Ev jî gavên girîng îfade dike. Di Rojnameya Ronahî de rûpela jinê jî heye ku komek jin pêre eleqedare. Em hewl didin di vê rûpelê de xebatên jinê yên siyasî, aborî, civakî, çandî û hwd. biweşînin. Niha hevlaên jin di beşa edîtoriyê de jî cih digirin. Xebatên dizayn û mîzampajê jî dikin. Pêveka rojnameya Ronahî ya 15 rojan carekê tê weşandin. Mizgîn jî ji bo zarokan bi zimanê kurdî, sûryanî û erebî weşan dike û ji hêla hevlên jin ve tê amadekirin."
'Armanca Ronahiyê bûyîna deng û rengê civakê ye'
Rojnamevan û berpirsa rûpela jinê ya rojnameyê Melek Demîrtaş bi lêv kir ku armanca Ronahiyê bûyîna deng û rengê çanda civakê ye û wiha axivî: "Bibe deng û bersiv ji pêdiviyên civakê re. Di her warî de em êşên civakê û rastiya şoreşa gel derdixin holê. Salên borî li Rojava û Sûriyeyê çanda nivîskarî û rojnamegeriyê lewaz bû. Em hewl didin çanda raghandinê bi hêzbikin. Rojname di salvegera xwe ya 6'mîn de, tevî zehmetiyan jî gelek pêşketinên mezin bi dest xistiye. Di pêvajoya şoreşê de gelê me pir êşên giran, serkeftinên mezin bi hev re jiya. Me jî hewl da em van rastiyan raghînin."
'Di xurtkirina rojnameyê de kedê jinan mezine'
Melek weşana pir-zimanî ya Ronahî jî bi dest girt û wiha pêl da gotina xwe: "Dema rojnameya Ronahiyê li Heleb û Efrînê weşan dikir, tenê bi zimanê erebî weşan dikir. Lê piştre zimanê kurdî jî lê zêde bû. Rûpelên wê jî kêm bûn. Her ku dem derbas bû bi ked û tecrûbeyeke mezin re hem naveroka rojnameyê hate xurtkirin, hem jî hejmara xebatkaran zêde bû. Ji sala 2015'an û pêve weşana me ya beşê erebî hefteyê du caran û ya kurdî jî hefteyê carekê tê kirin. Di van pêvajoyan de kedeke mezin ya jinê jî çêbû. Ev jî me kêfxweş dike."
Melek di dawiyê de salvegera weşana rojnameya Ronahî di serî de li hevpîşeyên xwe û li tevahiya xwendekarê rojnameyê pîroz kir.
(en/rc)