Hêza Jinên Beytûl Nehreyn ji bo parastinê xwe perwerde dikin

09:08

Zîlan Cûdî/JINHA

TIRBESPIYÊ- Hêza Jinên Beytûl Nehreyn HSNB (Mezopotamya) ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Sûryan, ji bo parastina jinên sûryanî têdikoşin. Fermandar Nîşa Kurye diyar kir ku, armanca wan ji bo gelê herêmê pêk anîna azadî û demokrasiye û gotin ku bi taybet ew dixwazin jinan biparêzin.

Hêza Parastina Jinên Beytûl Nehreyn HSNB ya girêdayî Meclîsa Leşkeriya Sûryan ku di pêvajoya şoreşa rojavayê Kurdistanê de hatiye damezirandin, ji bo parastina jinan têdikoşe. Fermandara HSNB'ê Nîşa Kuriye diyar kir ku jinên Sûriyan li ser bingeha xeta jina azad xwe bi rêxistin dikin û li ser vê bingehê wan Hêza Parastina Jinên Beytûl Nehreyn îlan kir."

'Sê akademiyên me yên perwerdehiyê heye'

Nîşayê da zanîn ku wan sê akademiyên perwerdehî li bajarên Dêrik, Tirbespiyê û Hesekê vekirine û got ku jinên sûryanî li wir perwerde dibînin û wiha axivî: "Akademiya Esro ya li bajarê Tirbesipiyê navenda serekeye ku jinên sûriyanî têde perwerde dibînin. Li wir jin fêrî parastina cewherî û bikar anîna çekan dibin. Hedefa me ji avakirina van akademiyan em derfet bidin jinên sûryan ku di parastina civakê de rol bileyîzin. Armanca me pergala demokrasiyê di nava civaka herêmê de dayîna rûnişkandine."

Jinên sûryanî qalibên civakî şikandin

Nîşayê bal kişand ser bandora zayendparêziya di nav civaka sûryaniyan de û wiha pêde çû: "Heya rêxistinbûna jinên sûryanî pêşket me gelek zehmetî kêşand. Ji ber kevneşopiya pergala desthilatdariya mêr ya di nava civakê de, jin nedikarin bi hêsanî bên û tevlî xebatên leşerî bibin. Ji ber ku beriya wê jinên sûryan çek ranekiribûn. Lê ev astengî hate derbaskirin û jin nîşan dan ku dikarin çek hilgirin û parastina xwe bikin. Her ku jin tevlî xebatên parastinê bû, nêrîna civakê jî bi erênî guherî û êdî gihîştin wê baweriyê ku jin dikare di hemû qadan de cih bigire."

Ligel şervanên YPJ'ê di eniyan de şerdikin

Nîşayê her wiha da zanîn ku Hêza Parastina Jinên Beytûl Nehreyn hêzeke fermî ya di nav Hêzên Parastinê yên Rojava ye û li kêleka YPJ'ê di eniyan de şer dikin û got ku ev hêz di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Sûryan de birêxistin bûye.

'Em bûne xwedî vîn û bawerî'

Nînova Hena yek ji şervana HSNB'ye û di akademiya Esor de perwerdeya leşkeri-siyasî dibîne. Nînova jî wiha axivî: "Ez ji destpêka avakirina HSNB'ê tevlî qada parastina jinên sûryanî bûme. Armanca me parastina mafê xwe di nav civakê de bikin. Mêr berê di civakê de desthilatdartir bû, rola jinê lewaz bû. Lê niha em xwe pêş dixin û li eniyan de şer dikin. Em bûne xwedî vîn, biryar, bawerî û hêz."

(bc/en/rc)