Li bajarê Hesekê Serjimarî dest pê kir
09:16
Cotmeh
14
/ 2016
JINHA
HESEKÊ- Di çarçoveya pêngava "Ez li vir im" serjimariya bajarê Hesekê hat destpêkirin.
Ji bo serjimariya îro ya bajarê Hesekê, gel ji mala xwe derneketiye û erkdarên ku piranî ji mamosteyan û endamên komînan pêk tên, serjimariyê dikin. Tê payîn ku îro serjimariya bajar, gundewar û navçeyên wek Hol û Şedadê pêk bê. Herwiha komîteya xebata serjimariyê jî ji gel xwestibû ku ji bo serjimarî bi awayeke serkeftî encam bibe, gel ji wan re bibin alîkar.
Bi vî awayî ji bilî bajarê Qamişlo li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê serjimarî bi dawî dibe.
(ee/lç/rc)