Zaroka 14 salî hat zewicandin ji ber welidînê jiyana xwe ji dest da

10:42

JINHA

BEDLÎS - Zaroka bi navê Derya ya ku li Matkiya Bedlîsê di 14 saliya xwe de hat zewicandin piştî ku di 15 saliya xwe de welidî jiyana xwe ji dest da.

Di pênûmeya ku Tirkiyeyê bi Kanada û Perûyê re amade kir 11’ê Cotmehê wekî Roja Zarokên Keç hatibû ragihandin. Lê mixabin ev peşnûme tenê li ser kaxizê ma û zorokên keç nehatin parastin. Îspata vê jî mirina Derya ya li Matkiya Bedlîsê ye ku di 14 saliya xwe de hat zewicandin û di 15 saliya xwe de jî ji ber welidînê jiyana xwe ji dest daye ye.

Derya ya ku li gundê Ozek ê girêdayî Matkiya Betlîsê dijiya di 14 saliya xwe de bi xizmê xwe yê mele re bi mahra melê hat zewicandin piştî bi salekê ducanî ma û berî bi heftiyekê jî li malê welidî. Piştî ku welidî bi nerihetiya ji ber êşa serî û dilxelandinê malbatê ew rakir nexweşxaneyê.

Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê muayeneya wê hat kirin, hat aşkerakirn ku xwîn çûye ser mêjiyê Deryayê. Her wiha li gel hemû mudaxeleyan Derya nehat rizgarkirn û jiyana xwe ji dest da.

(dk/gc/mk)