Şirnex: Bajarê li ber çavê cîhanê hat hilweşandin û talankirin

11:05

JINHA

ŞIRNEX – Bajarê berxwedanê Şirnex 7 mehe li ber çavê cîhanê tê hilweşandin û talan kirin. Li bendêbû di 15’ê cotmehê de qedexeya ser bajêr rakin, lê qedexe mehek dinê jî dirêj kirin. Jinên bi mehane di kol û konên çêkirine de li hember koçberiyê li ber xwe didin gotin: “Hîna karê dizan neqediyaye.”

Li Şirnexa di 14’ê adarê de qedexe lê hatî îlankirin di meha 7’an de jî berdewam dike. Li bajarê berxwedanek mezin lê hatî jiyankirin di meha gulanê de hêzên YPS’ê daxuyaniyek dan û gotin: “Me hêzên xwe paşde kişane.” Paşê di 4’ê hezîranê de jî daxuyaniya ‘operason qediya’ hat dayîn. Di nava bajêr de mal bi mal kirine hedef û xira dikin, hîna heya niha jî êrîşên hilweşandin û talanê berdewam dikin.

Li Şirnexa xwediyê şêniya 69 hezariye, weke ku hêzên dewletê întiqamê bigirin ji 12 taxên bajêr 9 bi tevahî xirakirine. Hîna hilweşîn û qedexe berdewam dike, mutahitan gotine: “karê me yê hilweşandinê neqediya ye ji bo wê jî mehek dirêjkirina qedexeyê di rojevê dene.

'Zarokên me li ser wê axê man'

Welatiyên Şirnexê di konên li derdora bajêr vedane de 7 mehin li hember politikaya koçberiyê li ber xwe didin. Bi nêzbûna zivistanê û zêdetir zorbûna şertên jiyanê re welatî li benda roja vekirina Şirnexê ne. Ji jinên dibin konan de Hediye Bektaş got: “Mala me talan kirin û hilweşandin, lê çi dibe bila bibe em ê biçin konê xwe li Şirnexê vedin. Ji dema despêkirina qedexeyê heya niha em dibin konan denin. Dema ku em derketin jî me tiştek li gel xwe ne anî. Ji ber dema ku em derketin zarokên me li ser wê axê man. Ji ber wê ji ti nirxê tiştên malê ji bo me nîne. Dewlet vê dizane, ji bo me ceza bike ev 7 mehe qedexeyê ranake. Hemu tiştên me bi malê re hilweşandin, tiştên nedizîne jî di nava hilweşandina malê xistin. Ji bo rewşa xwe ya aborî vê hilweşandinê dike. Em her carê dibêjin dewlet çî bike bila bike em dest ji doza xwe bernadin.”

Nebahat Ustek jî destnîşan kir ku zivistana Şirnexê gelek giran derbasdibe, dewlet bi zanebûn welatiyên koçber nebûne ceza dike û wiha domand: “Bi despêkirina baranê re ev der gelek sar dibe. Baş xirab me 7 meh derbaskir, lê ji niha û şon de dê hîn zêdetir giran derbas bibe. Di her şertî de dewlet ji bo me astengiyan çêdike. Heta difikirin ku konên me rakin. Tenê ji ber mihtehit nikarin hilweşînê bidomînin mehekdinê zêde dikin. Zivistan tê mehekdinê dirêjbibe em ê li vêderê perîşan bibin.”

'Hîna karê dizan neqediyaye'

Xemê Bîlen a 65 salî ku ji darên çilo ji bo xwe kol çêkirî û têde jiyan xwe berdewam dike jî bilêv kir ku bila Şirnexê vekin dê biçin ser axa xwe konê xwe danin û wiha dom kir: “Ev çend mehe em di van kolan denin. Li gel vê jiyanê jî me axa xwe ne terikandiye, bi mehane me li benda vebûna Şirnexê ne. Navenda Şirnexê ji polis û cerdevanan re serbeste lê ji me re qedexeye. Karê dizan neqediyaye ji bo wê qedexe mehek dinê jî dirêj kirin. Pêdiviya me bi tiştên madî nîne, lê em wê axa xwe ji wan re nahêlin.”

(aı/zt)