Îskenceya ser Rozerin Kalkan berdewam dike!
13:23
JINHA
AMED – Ser Rozerin Kalkan a ku di pêvajoya binçavan de rastî îskenca zayendî hatî, ew girtîn û şandîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û paşê jî bêyî malbatê ew revandîn sirgunî Girtîgeha Sergirtiya Tîpa E ya Nigde yê kirî îskence berdewam dike. Bi hincenta li girtîgehên Gebze, Tarsus û Amedê cîh tineye sefka Rozerin hat redkirin.
Di serdegirtinên malan ên 11’ê tebaxê de Rozerin Kalkan ji malê girtin û birin. Dibin çavan de li Şaxa TEM yê 9 rojan Rozerin rastî îskenceya zayendî hat, paşê di 24’ê tebaxê de ew girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Piştî hefteyekê li qowişa Rozerin dima bi gotina “hevdîtina bi parêzer re heye” ew derxistin, birin gel yê dihat gotin duyemin midurê girtîgehê ye û kesên biguman li gel heyî. Kesê navê wî nehat zanîn ji Rozerin re gotinên weke “Dê PKK te bikuje, em ê te bibin girtîgehek dinê” gotiye û hewildaye kaxeta sewqê pê bide îmzakirin. Rozerin jî ji wan re gotiye: “Malbata min li vêderêye ez bi ti deran de naçim. Ji ewlehiya canê xwe ez berpirsim. Kes min nakuje.” Li gel ku Rozerin kaxet îmza nekir jî bi zorê ew revandin û birin.
Malbatê serî li îdara girtîgehê, emniyet û dozgeriyê da ji bo bizane keça wan li kuye lê agahî negirtin. Du hefte berê dayika Rozerin Şerife Kalkan hînbûye keça wê di hucreyek yek kesi ya Girtîgeha Tîpa E ya Nigde de tê girtin.
Rozerin li hucreya tenê dimîne ji bo girtîgehên Gebze, Tarsus û Amedê sewq xwest. Daxwaza sewqê ya Rozerina nikare pêdiviyên xwe yên kesanî di hucreya yek kesî de bîne cîh bi hinceta cîh nîne red kirin.
Ji bo NY yê banga lezgîn
Beşa Têkoşîna bi Bêcezabûnê re ji bo Rozerin banga lezgîn li NY yê kir. Di banga hatî kirin de hatiye diyar kirin ku li gorî hevpeyimana navnetewî û AİHM’ê Rozerin demdirêje di hucreya yek kesî de tê girtin, nikare pêdiviyên xwe yên kesanî bicîh bîne, dibin tecrîdê de tê girtin ev îskence tê hesab kirin, di bin ti şertan de ev nayê pejirandin.
(sg/zt)