HPJ'ê li Hesekê parastina xebata serjimariyê dikin
13:32
JINHA
HESEKÊ- Li bajarê Hesekê xebatên serjimariyê ya ku sibehê destpêkir hîna berdewam dike. Jinên bajêr bi kêfxweşî xebatên serjimariyê pêşwazî kirin.
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê îro sibê di saet 08.00'an de xebatê serjimariyê dest pê kir. Jinên bajêr ên ku bi coşek mezin xebata pêşwazî kirin diyar kirin ku, ew bi hêviya serkeftina xebata serjimariyê ne.
'Ji bo xebat bi serkeftî derbas bibe em parastinê dikin'
Endama Hêza Parastina Jin (HPJ) Canda Elî diyar kir ku ji bo ku pirojeya serjimariyê bi awayekî serkeftî derbas bibe tedbîrên ewlkariyê digirin û wiha got: "Em wekî jin di nava Hêza Parastina Jin (HPJ) de, her tim di nava liv û tevgerê de ne, îro bi taybet wekî rojeke dîrokî ye, li bajarê Hesekê serjimarî destpê kiriye. Li ser vê yekê erka me bêtir zêde bûye. Hemû endamên me yên jin di nava xebatên de ne û parastinê dikin. Da ku ev proje bi serkeftî derbas bibe."
'Gel ji mera dibe alîkar'
Endama HPJ'ê Maya Mistefa jî bi lêv kir ku her kes dizane îro li bajarê Hesekê serjimarî dest pê kiriye û wiha axivî: "Beriya wê bi çend rojan me gelê agahdar kiribû ku ji malê xwe dernekevin. Da ku em vê projeyeyê bi ewlehî derbas bikin. Wekî xebatên me yên parastinê, endamên me yên jin di nava taxan û li ser bendên kontorlê erka xwe pêk tînin. Em nahêlin ku kesek xerîb were bajêr, wekî din ji bo xwendekarên zaningehan ku ezmûnên xwe derbas bikin me wesayît ji wan re amade kiriye. Ji bo rewşên awarte wekî nexweşî me destûr daye. Gel ji bi me re bûye alîkar û biryaran pêk tînin."
'Em ji vê xebata serjimariyê kêfxweşin'
Jina bi navê Selwa Ehmed wiha got: "Ez pir kêfxweşim ku bi pêk anîna vê pirojeyê re, em hemû nasbikin ku welatiyên me li ser axa xwe mane û em ji welatê xwe dernaketine." Jina ereb Emel Hemad jî qala giringiya xebatê kir û ev tişt got: "Destpêkê em pir kêf xweşin ku em li virin. Em ê vê pirojê bi serxin. Serjimarî ji bo tevahî gelê Rojava girînge.
(ee-ls/rc)