Jinên kurd rastî mobînga siyasî hatin !

14:10

JINHA

İSTANBUL – 3 jinên kurd ên ku li fîrmaya bi navê Yues Rocher dixebitîn ji ber nasnameya xwe ya kurdayetiyê rastî mobîngê hatin û mecbûr man ku dest ji karê xwe berdin. Jinan ev helwesta neteweperest bi civîneke çapemeniyê ku pek anîn teşhîr kirin.

Jinên bi navê Berrîn Yildiz, Gulcan Guneylî û Leyal Karakoç yên ku fîrmaya fransî ya kozmetîkê; Yues Rocherê dixebitîn ji ber mobînga siyasî ku li wan hat kirin, mecbûr man ku dest ji karê xe berdin. Jinê ku dest ji kar berdan ji bo ku berpirsiyarên van zextên kirêt teşhîr bikin li ÎHD’a stebolê bi tevlibûna Parêzera Buroya Hiqûqê ya HDP’ê Selîn yildirim civîna çapemeniye pek anîn.

Di civînê de parêzer Selîn Yildirim diyar kir ku jinên rastî mobîngê hatine serî li wan dane û wiha axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Bi baweriya ger ku kesên sucdar bên teşîrkirn dê baweriya xwe ya bi xwe winda bikin li vir civiyan û me ev daxuyanî da.”

‘Ji ber ku me êrîşên DAIŞ ‘ê şermezar kirin em li vir in’

Gulcan guneylî ya ku li ser navê jinên ji kar hatin avêtin axivî jî wiha got: “ Bi salan e ku em li vê fîrmaya fransî dixebitin. Lê em her ji ber nasnameya xwe ya kur her rastî mobînga siyasî hatin. Di sala 2015’an de li Fransayê DAIŞ’ê êrîş pêk anîbû. Ji ber ku me ev êrîş li ser hesabê xwe yê civakî parve kir em ji aliyê Mudura Frotinê ya FîrmayÊ Setanay Dîlek Tok ve bi terorîstbûnê hatin şermezarkirin. Ji telefonên me re peyamê we çima ev bûyer şermezar kiriye hatin.”

Beşa em lê diman guherî û em rastî mobîngê hatin

Gulcan diyar kir ku ew ne endamên tu rêxisitnan e û pitî ku beşa le dixebîn hat guhertin ew rastî mobîngê hatine û pitre jî mecbûr mane ku dest ji kar berdin. Her wiha Gulcan diyar kir ku ew ji bo zextên neteweperest yên li wan hatin kirn teşr bikin ev civîn li darxistine û diyar kir ku dê têkoşîna wan a edalete bidome.

(ga/mg/mk)