Hevşaredar Îpek Kaya serbest berdan
12:33
Cotmeh
15
/ 2016
JINHA
MÛŞ - Hevşaredara Lîzê Îpek Kaya bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Hevşaredara bajaroka Lîzê ya bi ser navçeya Kop a Mûşê Îpek Kaya beriya çend rojan di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Îpek piştî îfadeya li midûriyeta polîsan derxistin dozgereyê. Îpek bi îdiaya "endama rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin û bi şerta kontrola edlî berdan.
(zt)