Welatiyên Gaziyê li hemberî hilweşandinê dikevin greva birçîbûnê
14:46
JINHA
STENBOL - Li taxa Gaziyê li dijî hilweşandin û pêkûtiyan gel û esnaf duşemê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Li taxa Gazî ya Stenbolê baxçeyên çayê, rawestgehên taksiyan û li Navneda Têkoşînê ya li Dijî Tîryakê Hasan Ferît Gedîk bi parastina tîmen taybet ve ji aliyê kepçeyan ve tê xirakirin. Di çarçoveya hilweşandinê de polîs pêkûtilan li welatiyên taxê dike.
Welatiyên taxê û esnaf, ajokar, xebatkarên li baxçeyê çayê, malbatên kesên ku li Naenda Têkoşînê ya li Dijî Tîryakê ya Hasan Ferît Gedîk tên tedawîkirin, xebatkarên Meclîsa Gel li hemberî hilweşandinê nerazîbûn nîşandan diyar kir ku ew ê dest bi greva birçîbûnê ya dorvegeran a 30 rojan bikin.
Dê greva birçîbûnê di 17'ê cotmehê roja duşemê saet di 13.00'an de li Cemxaneya Gaziyê dest pê bike.
(zt)