Xwîna Aysuna ji aliyê gardyanan ve hatî îskencekirin nasekine!
17:38
JINHA
STENBOL – Girtiya nexweş Aysun Baykal a ku li Girtîgeha Silivriyê dimîne ji ber îskence û pihînên gardyanan xwîna wê nasekine. Nexweşxana ku Aysun rakirinê jî mudaxele nekirin.
Jinên ku ji Girtîgeha Sergirtiya Jinan Bakirkoyê sirgunî girtîgeha Jimara 9 a Silivriyê kirin ji ber kêmkirina mafê xwe yê derketina hewşê protestokirin rastî tacîz û îskenceya gardyanan hatin. Di dema êrîşê de Aysun Baykal a ku berê ji gurçikên xwe hatî emelyatkirin û bi gurçikekê dijî ket nava pihînên gardyanan. Hat zanîn ku xwîna Aysun nasekine.
Parêzerên Aysun diyar kirin ku ji ber xwîna zêde Aysun rakirine Kampusa Nexweşxana Silivriyê, lê mudaxele nekirine û wiha gotin: “Ji bo şikandina berxwedana girtiyan Wezîrê Dadê îskence meşru kiriye. Bi îskencê hewildidin gel biçewisînin û deshilatiya xwe li piyan bihêlin.”
Parêzeran dan zanîn ku talokeya jiyana Aysun didome û ji îskenceyên tên kirin Wezîrê Dadê berpirse.
(zt)