'Têkbirina tecrîdê tê wateya azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn'
09:02
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Rêvebera Kongreya Gel Şehnaz Ebdo têkîldarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê nirxandin kir û got: "Tecrîd di şexsê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de li hember tevahî gelê kurd û azadîxwaz pêk tê."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 17 salin di bin tecridê de bi tena serê xwe girtî ye. Ligel ku Abdullah Ocalan rastî zextên giran bê jî her dem ji bo aştî pêk were ketiye nava hewldanên mezin. Li ser vê yekê di Newroza 21'ê Adara 2013'an de bi peyamekê çareseriya demokratîk û aştiya Rojhilata Navîn bi milyonan kesan re parve kir. Bi milyonan kes li vê peyamê xwedî derket û gavên çareseriya demokratîk avêtin. Lê piştî 5'ê Nîsana 2015'an bi fermana Serokomar Erdogan masa diyalog û çareseriyê hat rakirin û li şûna wê îxtîdara AKP'ê û Serokomar Erdogan şerê taybet xist meriyetê. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an parêzer nikarin biçin îmraliyê. ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha heyek nikarin biçin Îmraliyê. Di derbarê tecrîda girankirî Rêvebera Kongreya Gel ya bajarê Girkê Legê Şehnaz Ebdo diyar kir ku bi tecrîdê re tunekirina gel hedef tê girtin û got ku lewra divê gelê kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bike.
'Nêrînên Rêber Apo ji bo tevahiya gelan bûye rêya ronahiyê'
Şehnazê destnîşan kir ku, tecrîd nîşaneya berdewamiya komployê ye û wiha domand: "Hêzên komploger di kesayeta Rêber Apo de dixwazin tevahiya gelê kurd dîl bigrin. Rêber Apo ne tenê ji gelê kurd re, ji hemû gelên bindest re Rêbertî dike. Nêrînên Rêber Apo ji bo tevahiya gelan bûye rêya ronahiyê. Bi vî awayî Rêber Apo bi perspektîf û parêznameyên xwe şoreşa gelan pêş dixîne. Bi rêya tecrîdê re dixwazin kaniya ramanê biçikîne. Pêşiya nêrînên Rêber Apo bigrin. Projeyên çareseriya demokratîk yê Rêber Apo ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn derbasdare. Damezirandina Rêveberiya Xweser li vir îfadeya vê projeyê bû. Niha jî bi sîstema Federal Demokratîk çareseriyeke mayînde tê pêşdîtin. Ev gaveke dîrokî ye û dê bibe modeleke sereke ji bo çareseriyê. Hêzên komploger jî ji vê yekê pir ditirsin. Ji ber dibînin ku ev proje hemû pêkhateyan hembêz dike û hevgirtina di navbera gelan de xurt dike."
'Bi têkoşîn û rêxistina jinan ew ê Rêber Apo azad bibe'
Şehnazê bal kişand ku tecrîd wê tu car bi ser nekeve û got ku ji ber gel êdî perspektîf û ramanê Abdullah Ocalan pejrandiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Wek jinên ku di nava şoreşê de em cih digrin, tu car emm ê tecrîd û jiyana bê Rêbertî qebûl nekin. Dost, heval û hogirê jinê Rêber Apo ye. Rêbertiya me dibêje 'ger jin azad be dê civak jî azad be, ger jin azad nebe dê civak jî hertim kole bimîne. Di vê derbarê de divê em dengê jinan xurtir bikin. Em ji bo Serokê xwe ne tenê bikevin nav çalekiyan de, herwiha em xwe birêxstin bikin, civakê ber bi demokrasiyê ve bibin û wiha jî têkoşîna azadiya Rêber Apo bi ser bixin. Bi têkoşîn û rêxistinbûna jinan ew ê Rêber Apo azad bibe."
'Şikandina tecrîdê tê wateya azadkirina Kurdistanê'
Şehnazê destnîşan kir ku, hêzên ku cihê xwe di komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de girtine di heman demê de dixwazin axê bakûrê Sûriyeyê dagir bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Banga min ji bo pêkhateyên Rojhilata Navîn jî ew e ku em dest bidin destê hev û vê tecrîdê bin bixin. Ji ber binxistina tecrîdê, tê wateya azadiya Sûriyeyê, azadiya Kurdistanê û azadiya Rojhilata Navîn."
(en/rc)