Ji bo 'bêhêvîtî' ji holê bê rakirin BÎKG bangî konferansê dike

09:06

Oyku Dîlara Keskîn /JINHA

STENBOL- BÎGK îsal xwe ji bo 6'emîn konferansê amade dike û got: "Yek ji encamên şer tenêtî, tenê hiştin û îzolekirine. Lê şer û şîdeta ku bilindkiriye, bedela otorîterbûnê hemû kes bi awayên cuda didin. Ji bo em van hemûyan bi hev re biaxivin û bêhêvîtiyê ji holê rabikin divê em bên cem hev û nîqaş bikin. Em hemû jinan vexwendiyê konferansê dikin."

Hewldana Jinan a ji Bo Aştiyê ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî şer têkoşînê dimeşîne bi şîara 'Jin di aştiyê de bi israrin: Em di ronahiya Tecrubeyên Jiyana xwe ya Awarte de Pêşeroja xwe diaxivin' 6'emîn konferansa xwe pêk tînin. Bi konferansê tê armanc kirin ku jib o cîhaneke dikare bê jiyîn bi jinan re bên cem hev. Konferans di 30'ê cotmehê de roja yekşemê li Odeya Mîmaran a Karakoyê pêk tê.

'Emê rêbazên têkoşînê bifikirin'

Ji BÎKG'ê Ferîde Eralpê têkildarî konfernasê de wiha got: "Bi şer û darbeyan pergala serdets ya mêr jiyaneke ku êdî ti kes tehemul nakê tê jiyîn. Emê di vê konferansê de li ser vê biaxivin. Emê nîqaş bikin û emê li ser rêbazên têkoşînê bixebitin."

'Ger em dixwazin bi hev re bimeşin'

Ferîdeyê bi lêv kir ku wê di konferansê de panel û axaftinker tinebin û got: "Emê hemû biaxivin, hemû nîqaş bikin. Ji ber ku di vê hawire ku em nekarin tevbigierin de, ger em bixwazin bi hev re bikevin vê rê em neçarin hemû bi piştgiriya xwe vê pêk bînin. Ji ber vê me jinên aliyên şîdetê yên şer jiyane vexwendiyê konferansê kir. Emê di beşa yekem de hemû li esr tecrubeyên xwe biaxivin. Di beşa duyem de jî emê li ser rê û rêbazên dikarin çi bikin bisekinin."

Ferîdeyê bi lêv kir ku armanca wan eve ku di mijara dikarin çi bikin de xetek hevpar ava bikin û got ew hêvî dikin ku di vê konferansê de nexşerêyeke nû derxînin holê. Ferîdeyê got wê ji bo avakirina aştiyê bi hev re bifikirin. Ferîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê destpêkê bêhêvîtî ji holê bê rakirin û got di demên dawî de di alî dîtina hêza berxwe bidin de zehmetiyan dikişînin.

Ferîdeyê wiha got: "Konferans ji jin û transan re vekiriye. Em hewl didin ji Antakya, Artvîn, Çanakkale, Şirnex, Gever, Nisêbîn û bajarên din jinan vexwendî bikin. Ji bo banga konferansê belav bibe divê jin piştgiriyê bidin."

(hu)