Kongra Star ji bo 26’ê Mijdarê bi jinên ermenî û ereb re civiya
13:15
JINHA
GIRÊ SPÎ- Di çerçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de Rêxistina Kongreya Star li bajarê Girê Spî di bin dirûşmeya “Şîdeta li ser jinê şîdeta li ser civakê ye, em nirxên civaka xwe biparêzin" bi jinên ermenî û ereb re civî û semîner li dar xist.
Di çarçoeya çalakî û bernemaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Ser Jinê Rêxistina Kongreya Star li Navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya bajarê Girê Spî di bin dirûşmeya “Şîdeta li ser jinê şîdeta li ser civakê ye, em nirxên civaka xwe biparêzin" semînerek ji bo jinên ermenî û ereb li dar xist. Di semînera ku bi dehan jinên ermenî û ereb amede bûne de, Endama Rêveberiya Têkiliyên Dîplomsî Cemîle Osman, Rêveberiya Navenda Têkiliyên Kongra Star Nejbîr Teyar semîner dan.
Endama Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Cemîla Osman di semînerê de bal kişand li ser tundiya hember jinan û wiha got: “Şîdet bi her awayî li ser jinan tê meşandin. Hersê xwîşkên Mîrabal jî mînaka vê yeke ne, ji ber serî hildana wan, hersê xwîşk hatin qetilkirin. Mîrateyek ya berxwedaniyê ji dîrokê maye. Hersê xwişkên Mîrabal bi berxwedana xwe ji hişmendiya mêrê serdest re gotin em ê bê deng nemînin.”
Cemîleyê bi lêv kir ku hişmendiya desthiltdar dixwaze jinê tune bike û wiha pê de çû: "Tevgera azadiya kurd ji bo serketina jinan gavek girînge. Ti cudatiyê naxe navbera jinan de, ji bo hemû jinên cîhanê dengê bilind dike û azadiya wê dixwaze. Li dijî vê yekê jî kesên ku naxwazin jin azad bibe, êrîş dikin. Lê divê hemû jin li ber xwe bidin û rastiya xwe ya ku hatiye dizîn careke din bidest bixin."
Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Nejbîr Teyar jî anî ziman ku jin nîvê civakê ye û wiha domand: "Jin nîvê civakê ye, divê ku şîdeta li ser wê were bi dawîkirin. Ji ber jin ji pergala koletiyê rizgar nebe tevahî civak jî wê wiha bimîne. Van rojên dawiyê dewleta tirk zagona tecawizkariya zarokan jî derxistiye holê. Ev yek jî dide diyarkirin çiqas êrîşên qirêj dijî azadiya jinê tên kirin."
'Divê her jinek xwe hişmendiya mêrê serdest rizgar û azad bike'
Nejbîrê her wiha destnîşan kir ku jin wek amûrek ya reklamê tê bikar anîn û wiha pêde çû: "Em dibînin jin bi çi awayî di reklaman de tê bikaranîn, ev yek jî nîşan dide ku hêzên desthiladar jinê mîna amûrekî firotinê bikar tînin. Divê li dijî vê yeke jin xwedî helwest bin û têkoşînê bidin meşandin. Em bang li tevahî jinan dikin ku li dijî şîdetê derkevin û desthildariyê qebûl nekin. Divê her jinek xwe ji hişmendiya mêrê serdest rizgar û azad bike."
Semîner bi nîqaşên çareserî û bi şêwazên pêşî girtina li tundiyê bi dawî bû.