ADKH: Em hemû jinan vedixwînin çalakiyên 25'ê Mijdarê

13:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- ADKH'ê bi minasebata 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û hemû jin vexwendin çalakiyan.

Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH) der barê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî da. ADKH'ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku ew cara 57'emîn e 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin lê bi têkoşîna hatiye dayîn re her çend ji bo mafê jinan hin guheritn hatibin kirin jî lê ev ne bes e û tundiya li ser jinan nehatiye guhertin. Tundiya ku li ser jinan tê meşandin li mal, kolan, kargeh, dibistan û fabrîkayan her wiha di hemû jiyana rojane ya jinê de berdewam dike.

Her wiha di daxuyaniya ADKH'ê de bal hat kişandin ser tundiya pîsîkolojîk ya li ser jinan tê meşandin û wiha hat destnîşankirin: " Em jinên demokratîk yên ewropayê di serî de bi hemû alîgir û endamên xwe yên ku dijîn, hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em şoreşger û demokratin vedixwînin çalakiyên 25'ê Mijdarê."