Koordînasyona Kongra Star êrîşên li ser Minbicê şermezar kir

13:53

JINHA

QAMIŞLO- Koordînasyona Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava-Bakûrê Sûriyê û bi taybet li ser bajarê Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî destkeftiyên Rojava-Bakurê Sûriyê zêdetir dibin. Herî dawî jî li ser gundewarên Minbicê êrîşên dijwar pêk hatin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:

"Wek te zanîn dewleta tirk demekî dirêje êrîşî axa Rojava dike. Piştî ku xeta sînor bi dîwarekî ku em weke dîwarê şermê bi nav dikin ava kir, niha jî bi balafiran û çekên giran êrîşî gelê rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê dike. Piştî ku dewleta dagirker a tirk bajarê Cerablusê dagir kir û di bajêr de ketiye nav hewldana ku di bin navê Tirkmenan de tirkîtiyê pêş bixîne, hat diyarkirin ku dewleta tirk bi rengekî vekirî vîna gelan binpê dike û wek netew tenê tirkîtiyê asas digre.

Ev êrîşa ku niha dewleta Tirkiyê li ser bajarê Minbice dest pê kiriye, di bin navê êrîşa li ser hêza YPG'ê û YPJ'ê ku dewleta tirk ji bo xwe weke hezekî teror dibîne û ne hêzekî dijî terorê dibîne. Bêguman her kes dizane ku li Minbicê tenê Meclisa Minbic a Leşkerî heye û ev hêz ji pêkhateyên bajarê Minbice pêk tên. Bi vê yekê tê zanîn ku niyeta dewleta tirk ne paqije, armanc tenê dagirkerî ye. Çawa ku li bajarê Cerablusê dibistanekê bi zor vedike, her cihê ku dagir bike wê bi heman rêbazî nêz bibe. Ev hişmendiya dewleta tirk hîn a serdema navîn e ku her tişt bi darê zorê bi dest dixist. Hêza xwe jî di kuştin û zêdebûna çekên ku mirovahiyê tehdîd dike de dibîne. Bêguman ev rêbaz gelekî xeternake ji ber ku her roj bi sedan mirovan qetil dike. Bajaran bi erdê re dike yek û van kirayarên ku dike şaş nabîne, berevajî rewa dibîne.

Hêza jin li Rojava û Bakurê Sûriyê bi hemû hêza xwe li dijî hişmendiya desthilatdar a dewleta tirk wê her dem têkoşîn bide meşandin. Ji ber ku pergala li ser vê erdinîgariyê hatiye avakirin û tê avakirin bi hişmendiyeke vîna gelan nas dike û di vê meşa dîrokî de jin pêşeng e."