Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê

16:19

JINHA

AMED – Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de Meclisa Jinan a KESK’ê tura bîsîkletan pêk anî û li Baglarê jî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û sînevîzyon hat pêşandan.

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê de, Meclisa Jinan a KESK’ê ya Amedê ji ber şaxa Egitîm Sen’ê ya hejmar 2 heta Qada Şexseîd tura bîsîkletan pêk anî. Tura ku bi şiyara, “li dîjî qedexe, tundî muhafazakariyê û pêkanînan jin rê li azadiyê vedikin” gelek jinên KESK’î tevli çalakiyê bûn.

‘Dê jin di 25’ê mijdarê de li qadan bin’

Li avahiya DBP’ê ya Baglarê jî sînevîzyon hat pêşandan û daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniya ku bi sedan jin tevli bûn de poserên wêneyên jinên siyasetmedar ên girtî û yên jinên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Daxuyaniyê bi rêzgirtina bîranînê ya ji bo jinên ku di encama têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.

Daxuyanî ji aliyê Heseroka navçeya Baglarê Arzu Karaman ve hat xwendin û wiha hat gotin: “ Hemû xweşkahiyên ku bi dest jinan hatine afrandin ji aliyê dewletê ve tên desteserkirin. Lê dê jinên têkoşer bi biryar li dijî dewleta faşît destkeftiyên xwe biparêzin. “

Herwiha Arzû diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de dê di 25’ê mijdarê saet di 13:00’an de li Parka Koşuyoliyê bi jinan re bên gel hev.