Li Rimêlan ji bo şagirtan şahiyek hat li dar xistin
16:44
JINHA
RIMÊLAN- Di çerçoveya rêzçalakiyên 25’ê Mijdarê de li Navenda Aram Tîgran şahiyek ji bo şagirtên Dibistana Imrew Elqeyîs hat li dar xistin.
Li bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê di çerçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinê, li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ji bo şagirtên Dibistana Imrew Elqeyîs şahiyek hat li dar xistin.
Li ser navê Navenda Çand û Hûner a Aram Tîgran Zelal Ehmed diyar kir ku ew dixwazin jin bi rengê xwe tevlî jiyanê bikin û wiha axivî: “Îro jin dikare xwe bi xwe rêve bibe, dibe hunermend, şagirt û mamoste, dikare bêyî mêr jî xwe rêve bibe.”
Piştî axaftinan Koma Şehîd Gulan Zelal dîlana kurdî pêşkêş kir, Koma Alanya jî çend stranên kurdî bi rengê jinê vegotin.
Şahî bi dîlan û kêfxweşiya şagirtan bi dawî bû.