Li Bêgirê ya Wanê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn

17:28

JINHA

WAN - Şaredariya Bêgirê ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gundê bêgirê Argîtê bi jinan re hat gel hev.

Şaredariya Bêgirê ya Wanê starta çalakiyên xwe li gundê bêgirê Argît da. Di çalakiyên ku hevşaredara Bêgirê Safure Guneş û Mudura daîreya polîtîkayên jinan a şaredariyê jî cih girtin ji bo jinan agahî hatin dayîn. Her wiha rayedarên ku agahî dan jinanan bi malbatên jinên ku tê îdiakirin întîhar kirine re li ser pêşîlêgirtina van bûyeran axivîn û agahî dan jinan.

Her wiha jin dê sibe jî di çarçoveya van çalakiyan de bi esnafên navçeyê re bên gel hev û der barê şîdeta li ser jinan de wan agahdar bikin.