Li Efrînê 7 têkoşer bi tilîliyê dayikan hatin oxirkirin

17:39

JINHA

EFRÎN- Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê 6 têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane û endama rêveberiya Kongra Star Fatîme Silêman li Goristana Şehîd Seyîdo bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê 6 şervanên Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran, Çeperên Parastina Jinên Şehba û Rêvebera Kongra Star Fatima Silêman a ku di encama guleyên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. Gelê Efrînê ji Nexweşxaneya Efrîn cenazeyên têkoşeran girtin û ber bi Goristana Şehîd Seyîdo ve bi rê ketin. Di merasîmê de alên Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran, ala TEV-DEM û ala Kongra Star hatin bilindkirin.

Merasîma veşartinê bi merasîmek leşkerî ji aliyê hêzên YPJ/YPG’ê ve hat destpêkirin. Pişt re Rêvebera Kongra Star ya Kantona Efrînê Viyan Yeşar diyar kir ku ew di şexsê têkoşerên jiyana xwe ji dest dane tevahî rêwiyên azadiya gelê kurd bi bîr tînin û wiha axivî: “Endama me Fatma Silêman a ku di Koordînasiyona Kongra Star a Cindirêsê de cihê xwe digirt, bi berxwedanî û qehremantiya xwe dema li dijî dewleta tirk nerazîbûn li ser sînor nîşan dabû, bi guleya leşkeran birîndar bibû û pişt wê bi deh rojan jiyana xwe jidest da. Fatma dayîka 2 şervan ye, xwîşka 3 jinên têkoşer ku di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtibûn e. Fatima xwe wek Kongra Star û weke dayîkekê canê xwe feda kir."

Malbatên têkoşerên ku jiyana xwe jidest dabûn jî axivîn. Yek ji wan kurê Fatma Silêman Kendal Şêxo bû. Kendal wiha got: "Dijmin dayîka min qetil kir, dijminekî wisa hov ticaran naghêje armanca xwe. Em bawerin ku dê şoreşa me biser bikeve û wê serkeftin para me be."

Herî dawî cenazeyên 7 têkoşeran û endama Koordînasyona Kongra Star Fatma Silêman bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.