Jin: Em ê destûrê nedin qanûna tecawizkar!

09:40

JINHA

WAN- Jinan diyar kir ku ew pênûmeya hikûmetê ya ku îstîsmara zayendî rewa dikin qebûl nakin û wiha gotin: “Ji bo guherîna vê civakê divê jin û zarokên keç berxwe bidin. Jin bi her awayî dikin meta. Mafê jiyanê yên jinan ji destê wan tê girtin. Hewl didin jinan tine bikin. emê desturê nedin qanûna tecawizkar.”

Bertekên li dijî pêşnûmeya hikûmeta AKP’ê ya ku îstîsmara zayendî rewa dike û sûcdaran bê ceza dihêle berdewam dikin. têkildarî mijarê de jina bi navê Hediye Ozkan axivî û wiha got: “Hikûmetek wisa ye ku ji bo tecawizê rewa bike pêşnûmeyê dide meclîsê. Di heman demê de runiştina jinê ya li cem mêr rast nabîne. Ev zîhniyeta qirêj di her rewşê de jinê mexdur dike. Bi taybet em di civakek ku jin û zarok di bin zextê de ne djî. Ji bo guherîna vê civakê divê jin û zarok berxwe bidin. Jin bi her awayî dikin meta. Emê desturê nedin qanûna tecawizkar.”

‘Ez naxwazim li Tirkiyeyê bijîm’

Hanîfe Guzelê jî destnîşan kir ku pêşnûmeya zîhniyeta hikûmeta AKP’ê nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em teqez vê qebûl nakin. Dema mirov li vê pêşnûmeyê dinêrin dibînin ku ti nirx ji bo jinan nayê dayîn. Kesek rastî tecawizê tê û bi tecawizkarê wê re didin zewicandin. Kîjan malbat vê qebûl dike. Ev wê çawa bê qebûlkirin? Yên vê pêşnûmeyê didin jinan çi dihesibînin. Ewlehiya me jinan tine. Ez êdî naxwazim li Tirkiyeyê bijîm.”

‘Li pişt mêr dewlet heye’

Ayfer Akdagê jî bi lêv kir ku armanca pêşnûmeyê ya sereke eve ku tecawizkar ji girtîghê bên derxistin û siyasetmedaran bikin girtîgehan. Ayferê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li pişt mêran dewlet heye û ji ber vê evqas rehetin.

Nivê civakê jin ava dikin

Ligel jinan mêran jî bertek nîşanê pêşnûmeyê dan. Huseyîn Bîçer da zanîn ku ji dîrokê heta niha dewlta mafê jinan nas nekiriye û wiha pê de çû: “Gel ji mêran ava nabe. Nîvê civakê jinin. Divê girîngî ji bo jinan bê dayîn. Divê însiyatîfek bilind ji bo jinan bê nasîn. Dewlet ji ber ku li dij vê ye komeleyên jinan digirin.”

Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Welat bûye girtîgeha vekirî. Yên tecawizê zarokan û bebekan dikin hêza xwe ji hikûmetê digirin. Em hemû jî vê baş dizanin. Ev polîtîkayên dewletê gel berbi aliyên cuda de jî dikişîne. Ji serî de li dijî jinan bêhiqûqiyek heye. Ji jinan wêdetir em mêr jî di bin rîskê de ne. Divê li dijî vê bertekek navneteweyî bê avakirin.