Jin, heta qanûn betal bibe wê têbikoşin
09:41
JINHA
ENQERE- Piştî AKP’ê daxuyand ku qanûna îstîsmara zayendî rewa dike vekişandine şûnde jî jinan diyar kir ku wê li kolanan bin û têbikoşin. Nûnera Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin a Enqereyê Ayşen Ece Kavas wiha got: “Em berovajî vê daxuyaniyek ‘Ti kesê di bin temenê 18’yî de nekare bizewice û bê zewicandin’ dipên. Ev têr nakin. Ya esas eve ku divê zewaca di temenê biçûk de bi tevahî bê astengkirin.”
Serokwezîr Bînalî Yildirim gotibû pêşnûmeya qanûnê ya îstîsmara zayendî rewa dike wê vekişe komîsyonê û jin li dijî vê li ber meclîsê hatin cem hev û bertekên xwe anîbûn ziman. Endama Kolektîfa Jinên Zanîngehê Meziyet Yildizê diyar kir ku vekişandina pêşnûme qanûnê nayê wateya ku ev qanûn dîsa bê nîqaşkirin û bê rojevê û ev tişt anîn ziman: “Heta ev qanûn bê betalkirin emê têkoşîna xwe bidomînin. Ger hewce be emê li ber meclîsê li ber AKP’ê heta qanûn bê betalkirin hesab bipirsin.Em jin wê li kolanan bin.”
‘Daxwaza îstîsmara zarokan filan tine’
Nûnera Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin a Enqereyê Ayşen Ece Kavas ew jî li ber meclîsê bû got wan hêza civakê dîtiye û wiha pê de çû: “Em ji bo pêşnûmeyê nabêjin pêşnûme jî. Ji ber ku nîqaşkirin û nirxandina vê pêşnûmeyê bi rastî şermek mezin ne. pêşnûmeyeke ku bi daxwaza îstîsmara zarokan anîbûn. Û ev jî di heman hevokê de bikaranîbûn. Nekare daxwaza îstîsmara zarokan filan hebe. Îstîsmara zarokan îstîsmara zarokane.”
‘Divê zewacên di temenê biçûk de bê astengkirin’
Ayşenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hatina cem hev a jinan ya li ber meclîsê muxalefeteke cidî nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîna tiştek nehatibû gotin komîsyon şûnde hat kişandin. Bêguman em hîna şopdarin. Em ne bawerin. Ev pêşnûme pirs divê bi giştî bê betalkirin. Divê carek din neyê nîqaşkirin. li ser vê ti tiştek nekare bê kirin. Berovajî vê em li bende daxuyaniyek ‘Ti kesê di bin temenê 18’yî de nekare bizewice û bê zewicandin.’ dipên. Ev yek têr nakin. Ya esas divê zewacên di temenê biçûk de bên astengkirin.”
‘Em jin wê her tim li kolanan bin’
Endama Kolektîfa Jinên Zanîngehê Meziyetê jî da zanîn ku têkildarî vekişandina qanûnê de daxuyaniyek hatiye kirin û got: “Gotin qanûn hatiye betalkirin. Vekişandina wê nayê wateya betalkirinê. Çawa ji rojevê de bikeve wê şûnde bînin. Emê jî heta ev qanûn bê betalkirin wê têbikoşin. Ger hewcebe emê li be meclîsê li ber AKP’ê heta qanûn bê betalkirin wê hesab bipirsin. Em jin wê li kolanan bin.”