Jinên Minbicê pêşengiya xebata gumrikê dikin

09:42

JINHA

MINBIC - Bajarê Minbicê piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin gel dest bi înşakirina jiyanê kirin û xwe bi sazî dikin. Jinên ku di xebatê Gumrika bajarê Minbicê de cih digrin diyar kirin ku ew saziya gumrikê bi armanca çavdêriya pêdiviyên ku derbasî bajêr dibin vekirine û gotin ku jin di her sazî û xebatê de xwe bi rêxistin dikin.

Piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, gel dest bi rêxistinbûna jiyana xwe kir. Têkildarê xebatên Navenda Gumrika bajarê Minbicê jinên xebatkar nirxandin kirin.Jimêryariya Navenda Gumrikê Buşra Ehmed diyar kir ku wan weke endam karê xwe parve kirine û wiha got: "Her komek ji endamên me karekî dike. Mînak komek çavdêriya rewşa rêyên bajar û wesayîtên ku hem derbasî bajar û hem jî jê derdikevin, dike. Her wiha li ser kaxezên wesayîtan û motorsklêtan disekine. Dema pirsgirêk di kaxezên wesayîtan de hebin, li gorî zagonan xwediyên wan tên cezakirin û ji bo spartedara sindoqa Gumrikê tên şandin."

Spartedara Sindoqê ya Navenda Gumrikê Bêrîvan Derwîş jî bi lêv kir ku ew xebatên xwe bi aweyek pergalî rêve dibin û wiha pêde çû: "Piştî ku Jimêryariya navendê tiştên ku ji qada kar tên meyîze dike, ez careke din lê dinêrim û kêmasiyên hebin sererast dikim."

Selma Usman jî anî ziman ku di destpêka kar de hinek zehmetî kişandin û wiha dom kir: "Ji ber ku cara yekê bû li Minbicê jin karekî wiha dikin, min destpêkê hinek zehmetî kişandin. Di nava vê xebatê de cudatî di navbera jin û mêr de tuneye. Herdû di kar de wekî hev in. Ez jî wesayîtên diçin devrî bajêr û tên digrim bin qeydê de û dişopînim. Li vir jin ne tenê di Gumrikê de, di trafîkê de jî cihê xwe digirn. Di navbera me de herduyan de jî rêxistinbûyîn heye."

Selmayê di dawiyê de jî banga tevlîbûna xebatê li jinên bajêr kir.