Jinên Rojhilat li hember tundiyê banga rêxistinbûnê kir

09:43

JINHA

MEHABAD - Li gorî raporên navxweyî ji ber zagonên rejîma Îranê ya serdest, jin di her 9 saniyê de li Îranê rastî tundiya mêr tên. Jinên Îranê li hember tundiya pergalê banga rêxistinbûnê kirin û gotin divê têkoşîna jin ya ji bo maf û azadiyê neyê asteng kirin.

Li Îran û rojhilata Kurdistanê ji ber zagonên pergala desthilatdariyê jin dibin qurbanê tundiyê. Li gorî rapora navxweyî yên li Îranê d her 9 saniyan de jinek rastî şîdeta giran tê. Her wiha jinên di girtîgehên Îranê de jî rastî işkenceyên fîzîkî, derûnî, zayendî û gefa mirinê tên. Jin ji faliyetên çandî, civakî, hiqûqî, siyaset û werzîşê de bê par tê hêştin. Jinên Îranê li hember tundiyê banga rêxistinbûnê kir û gotin: "Bi kolekirina jinê re welat, jiyan û mirovahî azad nabe. Ji berk u jin damezrênera jiyanê ye. Divê têkoşîna jinan ji bo maf û welat ji rêz û bê nirx neyê dîtin.

Li gor raporên navxweyî yên li Îranê di her 9 saniyan de jinek rastî şîdetê tê. Herweha rêxistina Behzstî sala 2015'an ragehand bu ku di nava 9 mehan de 800 jin rastî şîdeta dijwar hatine. Li Îranê berî çend mehan ji ber şîdeta di nava malbatê de li bajarê Meşhed mêrek hevjîna xwe û zarokên xwe eşkence kirin û piştre canê wan da ber agir û şewitandin. Her wiha jinek din ku nû zewicî bû, ji aliyê hevjîn û mêrek din ve hat revandin. Piştî revandin ceseda wê li daristana Bane û Serdeştê bi aweyek îşkence kirî hat dîtin.

Di sala 2016'an de jî koma bi navê Gera Îştîhadê ya girêdayî Rejîma Îranê bi taybet li bajarê Tahran û Esfehan jinên ku Hîcab nekirine girtin hedefê û êrîşên bi asîtê pêk anîn. Pergala Rejîma Îranê di nava xwe de tevahî cureyên şîdetê dihewîne. Zagonên Îranê bi temamî dijî hebûna jinê hatine sazkirin. Jin wek hebûnek ji rêzê û girêdayî malbatê pênase dike. Zagon her dem qala serweriya mêr din ava malbatê de dike, ji ber vê tundiya din ava malbatê de jî bûye bûyerek ji rêzê. Di heman demê de zewaca zarokên keç dibe sedema gelek tundî û pirsgirêkên civakî. Li gor raporên navxweyî yên li Îranê di her 9 saniyan de jinek rastî şîdetê tê. Herweha rêxistina Behzstî sala 2015'an ragehand bu ku di nava 9 mehan de 800 jin rastî şîdeta dijwar hatine.

Di sala 2016'an de bi dehan jinên çalakvan ji aliyê hêzên emnî ve rastî gefên şîdetê hatin. Di dema lêgerîna jinan de bêrêzî û heqaret li jinan tê kirin. Jinên di girtîgehên Îranê de rastî işkenca fîzîkî, derûnî û zayendî tên. Wek tê xwastin pêwîstiyên sereke yên jiyanê di girtîgeha jinan de pêk nayê. Rê nayê dayîn jinên girtî bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Mînaka yek ji wan jinan Zeyneb Celaliyane ku dibin rewşek dijwar de dijî. Girtî nikarin têkilî bi malbatên xwe bidin çêkirin.

Di warê tenduristiyê de jî jin rastî gelek tundiyan tê. Mînak bisiklet ajotin û bazdana ser rêk û nava parkan ji bo jinan hatiye qedexe kirin. Rêveberên Komara Îslamî bi daxuyaniyek dabûn diyar kirin ku ajotina bisikletê ji aliyê jinan ve ne guncave. Li ser wê çendê jî jin rastî şîdetê hatin. Destûr ji jinên ku pirsgirêkên wan yên vîtamîn (D) heye, destûra derketina ber rojê nayê dayîn. Herweha heyama 3 sale rê nadin ku jin biçin qadên sporê.

Di heman demê de di qada aborî de jî jin tê maxdûr kirin. Mînaka komîtek ku di bin çavdêriya komara îslamî kar dike binavê Navenda Alîkariya Îmam Xumeynî heye. Di binesaziya vê navendê de gelek mijarên dijî jinê hatine rewakirin heye. Bi taybet zagonên mîna zewaca dem kurt û fihûşê belav dike.

Ji 961 pîşeyên ku di sala 2016'an de ji bo jinan hatine eşkerekirin, tenê 16 pîşe dikeve meriyetê. Li gorî rêje û lêkolînên fermî tê diyar kirin ku ji sedî 5 jin li Îranê karkerin. Lê belê di rastiyê de ku bi aweyek fermî nayê raghandin hejmara jinên karker gelek zêdeye. Nûnera Parlementerên Jin yên Taharanê Soheyla Celo Zade anîbû ziman ku zêdetirî 2 milyon û nîv jinên karker ewlekariya wan ya jiyanê tuneye û got ku gelek jin rastî şîdet û îstîsmara zayendî tê ji aliyê xwediyê kar ve.

Di qadên perwerdehiyê de jî ligel ku jin di ezmûnan de serkeftî dertên, astengî dertînin. Hejmara jinên ku di zanîngehê de ezmûnên serkeftî bi dest xistine ji destî 59, lê belê ji 26 jinan tenê tenê 10 jin derketin.

Rojnamevana Rojhilata Kurdistanê Sojîn Mesture diyar kir ku tundiya li hember jinan ji fîzîkî zêdetir di warê sosyolojîk û derûnî ve tê pêk anîn û wiha got: "Herwiha li gor salên borî dosyeyên tuniya li ser jinan cuda ye. Li gorî raporên Rêxistinên Mafê Mirovan û Bijîşkan dozên hatine qeyd kirin, rewşa jin di qada aborî, bê karî û di kar anîna maddeyên hişber û hwd de zêdebûne. Sazî û Rêxistinên Mafê jinan dikarin bi têkoşîna xwe tundiya ku di nava salek de pêk hatiye eşkere bikin. Ji ber rewşa jin êdî ne weke berê ye."

Nivîskara rojhilatê Kurdistanê Îsmet Sofye jî bi lêv kir ku dîroka tundiya ser jinê xwe dispêre avabûna pergala serdest û wiha axivî: "Şîdet ne taybetmendiyek yê welatên Rojhilata Navîne. Tundî li gor faktor, bawerî, xwendewarî û asta hişyariya civakan cuda dibe. Şîdeta herî berçava niha li Iranê şîdeta sîperiye(sîper) jiyana jin tehdîd dike."

Emîne jî bang li jinan kir ku serî li hember tundiyê netewînin û wiha got: "Bingeha tevahî şîdetên li ser jinên Îranê û rojhilatê Kurdistanê di encma deshilatdariya rejîma Îranê ye. Mêr li Îranê desthilatdariyê dike û rêve dibe. Mêr qetil dike û mêr tê parastin. Zewaca zarokên keç jî bi serê xwe rêbazek ya tundiyê ye. Divê tevahî jin li hember tundiyê serî hildin. Ji bona mêran jî banga min heye, bi jina kole re welat azad nabe û jiyan û mirovahî azad nabe. Ji ber ku jin damezrênera jiyanê ye. Pêwîste têkoşîna jin ya ji bo maf û azadiyê neyê asteng kirin."