‘Kuştinên ji bo zêdekirina sermayeyê dê bi yekîtiyê bi dawî bibin’
11:04
JINHA
SÊRT –Komek şandeya ku ji HDP’ê û HDK’ê pêk hat karesata li madena Xezxêrê pêk hat lêkolîn kirin. Jinên di şandeyê de cih girtin bang li malbatên ku xizmên xwe li Somayê winda kirin û gotin ku cinayetên sermayeyê ancax bi yekitiyê dikarin bi dawî bibin.
Di 17’ê Mijdarê de li gundê Madena navçeya Xezxêrê ya Sêrtê hezza pêk hat û 16 karker di bin axê de man. Ligel hemû xebatên komî û yên AFAD’ê heya niha tenê cenazeyên 7 karkeran ji bin enkazê hate derxistin û cenazeyên 9 karkeran hêj nehatiyê dîtin. Bi sedan malbat ji bo agahî ji xizmên xwe yên dibin axê de bigirin li benda agahiyekê ne. Heyeteka serbixwe ku ji Meclîsa Kedê ya HDK, Nûnerên Meclisa Plansaziya Bajêr a Endezyaran, Komîsyona Kedê û parlamenterên HDP’ê yên Sêrt û Êlihê pêk dihat ji bo bûyerê di cih de bibinin û lêkolîn bikin hatin Xezxêrê.
‘Êşa Soma û Xezxêrê wek hev e’
Jinên ku di heyetê de cih digirtin çavderiyên xwe parvekirin. Alîkara Hevseroka HDK’ê Serpîl Kemalbay got ku li Xezxêrê êşek mezin heye. Serpîlê qetliyama Somayê û ya Xezxêrê da ber hev û diyar kir ku qezaya madenê li welêt ne ya yekemin e û ji ber ku heman êş li Somayê jî hat kişandin wiha axivî: “Wek tê zanin çend sal berê li Somayê heman qeza pêk hat û bi sedan karker jiyana xwe ji dest dan. Me carek din dît ku sedema qezayên kar tunebûna ewlehiyek bingehin e. Di lêkolinan xwe de me dît ku di lêgerinan de xebatekî berfireh tune tune û sersarÎ gelek e. Ji ber ku ev çend rojin hêj xwe negihandine cenazeyên karkeran.” Serpîlê anî ziman ku canê karkeran li ba dewletê bêqîmet e. Xebatên lêgerînê bi destê hevalên wan tên kirin. Serpîl bang li malbatên karkerên ku di madena Somayê de jiyana xwe ji dest dane kir û got ku bila bên cem malbatên Xezxêrê û êşên hev parvebikin.
‘Taşeron an ji bo sermayeya xwe mirin anî’
Endama Meclîsa HDK’ê Bedriye Yorgun jî çavderiyên xwe ya li qada kana madenê wiha parve kirin: “Dil dixwest ku em ji bo dewlemendiya xwezayê biçûna Xezxêrê û em derbarê xwezaya wê de bi gel re biaxiviyana. Lê mixabin ku em rastî malbatên bêhêvî û dilêş ku bi rojan e li benda cenazeyên zarokên xwe ne, hatin. Qetliama li Xezxêrê pêk hat ne qeder û ne jî rasthatnî ye. Komkujiya sersariyê ye. Em her tim dibêjin ku taşerontî mirin e û taşerontî îro li Xezxêrê ji bo sermayeya xwe zêde bike mirin anî. Eger îro di şûna sanral û medenê de ajaltî û çandîtiyê bihata kirin îro ev qetliyam çênedibû. Hemû rê li gundiyan girtin û ji ber neçariyê di karên madenê de dixebitin.”
Bedriye destnîşan kir ku di lêkolîn û çavderiyên xwe de d dîtine ku komkujî ji ber dilxaviyê pêk hatiye û wiha pê de çû: “Her çi qas Wezaretê Tendûrîstiyê û yên din bêjîn ‘Dilxavî tune’ sedema ne dilxavî heye’ Em dîpirsin gelo wezîr bigorî kijan encama lêkolinan dibêje dilxavî tune. Me li wir tu ewlehî nedît. Şirket ji bo tiştek bi madenê nebe bi rojane cenaze derneketine.”
‘Ji bo tiştek bi madenê nebe, bi rojan e ceneze dibin axê dene’
Endama Meclîsa HDK’ê Hunermend Pinar Aydinlar jî anî ziman ku ew carekdin li Xezxêrê polîtîkaya sermiyariyê û erzaniya canên karker û ya mirovan dît. Pinar hêstên xwe ya li hemberî êşa malbatên ku li benda cenazeyên zarokên xwe ne bi van hevokan anî ziman: “Çawa ku min li Somayê êş û jan kişand heman êş li Şirvanê jî his kir. Li Kurdistanê qetliyamên mezin tên kirin lê mixabin ku li welêt dibêdengiyek deye. . Ji ber ku lewjîniya dayikan bi kurdî ne” Pinar got ku şirket ji bo tiştek bi madenê nebe ev 6 rojin cenazeyên karkeran ji bin axê dernaxin. Pinarê bi tund cinayetên kar şermezar kir û got ku ev cinayet ne ya ewîl e lê, ji bo bibe ya dawî dê têbikoşin. Pinarê daxuyand ku dema hêvî bi dawî bibe dê gurura wan bikeve meriyete û dê wê deme dewlet bikeve. Pinar banga yekîtiyê li gel kir û got dê gelê bindest biser bikeve.
Şande di rojên pêş de raporên encama lêkolîna di derbarê cînayeta madenê de amade kirin dê bi rayagiştî re parvekin.