Yekemîn pêngava gundê jinê ‘Jînwar’ hat avêtin
11:09
JINHA
DIRBESIYÊ- Jinên rojavayê Kurdistanê li hember tundiya li ser jinê bersiva xwe ya dîrokî didin. Jinên ku li gundê jinê ‘Jinwarê’ dest bi çandina şitlê daran kirine diyar kirin ku ew ê her dem li dijî zîhniyeta serdest li ber xwe bidin.
Li nêzîk bajarê Dirbesiyê ya Kantona Cizîrê jinên rojavayê Kurdistanê, bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, yek ji pêngavên girîng a damezirandina gundê jinê bi navê 'Jinwar' bi çandina şitlên daran hate avêtin. Gundê jinê 'Jinwar' projeyeke Kongreya Star e ku rêxistinên wek Jîneolojî, Weqfa Jina Azad jî hevbeş dimeşîn in. Ji bo yekemîn xebata damezirandina Jinwar, jin li gund kom bûn û bi coşeke pir mezin, hev silav kirin. Di serî de daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn.
Endama Navenda Jîneolojî Rûmet Heval di daxuyaniyê de diyar kir ku ew di 56’mîn salvegera qetilkirina xwişkên Mîrabel de tevahî tundiyên ku bi hezaran sal li hember jinan tê pêk anîn şermezar dikin û wiha got: “Bîrdoziya zayendîtperest ya mêr bi feraseta kujeriya jinê perwerde dibe û mezin dibe. Jiyana her jina bêyî zanebûna vîna cewherî, bêyî rêxistin, bêyî xweparastinê di tehlûkê de ye. Jina ku di aliyê fîzîkî de ne dibin tehlûke de be jî, zimanê wê, hestên wê, çanda wê, fikrên wê tê qetilkirin. Keda wê bi diziyê re rû bi rûye. Di vê wateyê de di sekna li hemberî tûndiyê de birêxistinbûna pir berfireh, xebata bi eşq û jidil dixwaze. Navê jinan bi mirinê re hatiye biyek kirin. Li hemberî van feraset kiryaran; projeyên ku navên jinan bi hevsengiya dîroka jinan re hevpar, jinûve hevdîtina bi jiyanê re werin bibîranîn, têkoşîna vê pêwîste."
Rûmetê anî ziman ku ew wek Kongreya Star, di pêşengtiya zanista Jinê jineolojî û Weqfa Jina Azad vê xebatê bi kelecan didin meşandin û wiha pê de çû "Ev bingehên hemleyên nû ne. Li hemberî tundiya li ser jinan tê meşandin ku jin hatine mexdûrkirin û dibin her zilm û zehmetiyên de dimînin, di 25 ê Mijdara îsal de ji bo jinên ku li hemberî tundiyê têdikoşin, em dixwazin Qadên Jiyana Azad yên jinan ava bikin. Em di vê baweriyê de ne ku bersiva herî bi wate wê ev be. Ev qadên ku jiyan jinûve li dora jinê tên honandin û pêşxistin. Ev ne xeyal e, ne jî utopya ye. Ceribandinên li ser van xakan jiyane, em ji nû ve zindî dikin. Weke tovê ku digihêje avê, çanda jin ya ku van xakan di nava xwe de girtiye tevî şoreşa Rojava wê ji nû ve bigihîje avên xwe."
Rûmetê bal kişand li ser xeyalên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên avakirina warê jinan ya xweser û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ev proje di heman demê de bi ronahiya nirxandinên Rêbertiya me ku gotiye 'ji bo jinan xeyaleke min hebû: Di Başûr de STAR, Di Bakur de Bajarê Apollo' em vê pêvajoyê destpêdikin di Rojava de ango di nava dilê şoreşa jinê de, em îlana zeman û mekanê jinan bi xebata damezrandina gundê Jinwar didin destpêkirin."
Piştî daxuyaniyê Endama RAJIN-Rojava Binevş Sarya hestên xwe parvekir û wiha got: "Bi salan bû ku projeyên avakirina bajarên Star hebû, niha jî pêngava vê ya yekemîn tê avêtin. Em tev jin kom bûne. Bingeha vî gundî avêtin, hesteke pir xweş dide avakirin. Em îro bi çandina daran vê yekê didin destpêkirin. Ev jî tê wateya li cihekê jin hebe, jiyan tê afirandin. Dema me dar çand, me daxwaziya xwe ya azadî û hevdîtina bi Rêber Apo re anî ziman. Em dixwazin li jêr siya van daran, bi Serokê xwe re werin ba hev, û projeyên derbarê jinê pêk bînin."
Jina ereb ya ji Navçeya Zirgan ya Dirbesiyê Însaf Ebdullah Silêman jî hestên xwe wiha parve kir: "Em kêfxweşin ku yekemîn gundê jinê avadibe. Pêdiviyên jinan wê tev li gund pêk werin. Ez bawerim jinên li vir bijîn, têkoşîn bikin ku jiyana xwe bi destên xwe biafirinin, bêyî alîkariya mêr."Însafê da zanîn ku ew ê jî wek jin xebat û têkoşîn bikin ji bo hemû mafên jinan bidest bixin û wiha domand: “Ne tenê bi vê projeyê, herwiha pir projeyên din jî derbarê jinê hene ku em pê re mijûl dibin. Em bi felsefeya Rêber Apo dimeşin. Felsefeya wî ji bo azadiya jinê ye. Em di wê baweriyê de ne ku vir wê bibe hêvî û dergûşek ji bo hemû jinên herêmê."
Endama komîteya Avakirina gundê Jinwar Arya Mistefa jî wiha axivî: "Bi hezaran sal li ser jinê şîdet pêk tê. Xeyala Rêber Apo ye ku gundên jinên azad were avakirin. Me jî dest bi xebata avakirina gundê Jinwar kir."
Endama Komîteya Avakirina Gundê Jinwar Dîmen Evîn jî derbarê xebata xwe de wiha got: "Em di serî de difikirin ku 30 malan çêbikin, herwiha saziyên wek dibistan, cihê çand û huner û hwd. din jî avabikin. Paşê dibe ku hejmara malên gund zêde bibe. Taybetmendiya sereke jî ya gund tê hertişteke wê xwezayî be. Bi çandiniyê debara xwe bikin. Berhemên ji axê ji bo xwe bişuxulîn in. Jinên werin vir dê bi awayeke xwezayî bijîn. Gotinên Pêşiyan heye ku dibêje 'ger tu dixwazî ji bo salekê li cihekê bimîne birinc biçîne, tu bixwazî ji bo deh salan bimîne, dar biçîne, tu ji bo salên dirêj bixwazî bimîne zarokan perwerde bike'. Bi vê nêzîkatiyê em ê hem dar biçînin, hem jî giranî bidin perwerdeya jin û zarokên li gund. Armanca me ew e ku jin bi demdirêjî li vir bijîn. Ev jî yekemîn projeye ku pêk tê. Dibe demên pêş de zêdetir bibe."
Dîmenê bi lêv kir ku ew hîna li ser projeyên avakirinê dixebitin û wiha pêl da gotina xwe: “Meha sibatê em ê dest bi lêkirina malan, çêkirina kerpîçan bikin. Komîteya me ji 3'ê kesan dê li ser projeyê bisekine û em dixwazin heya dawiya salê vê xebatê bi dawî bikin. "