Komxebata jinan bi tevlîbûna 600 delege dest pê kir
11:49
JINHA
RIMELAN- Komxebata jinan ya 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê li Navenda Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan bi tevlîbûna gelek jin dest pê kir.
Li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê komxebata jinan ya 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê dest pê kir. Komxebat bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Starê û Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser bi dirûşmeya "Tûndiya li ser jinê kuştina nirxên civakê ye, em nirxên xwe biparêzin" bi tevlîbûna 600 delegeyên jin ya Kantonên Kobanê, Efrîn, Cizîr û herwiha bajarê rizgarkirî Minbic û Girê Spî , jinên kurd, ereb, sûryan, aşur hat destpêkirin. Di nav delegeyan de nêzîk 60 mêr jî hatine vexwendin.
Tê payîn ku komxebat bi axaftina Endama Koordînasyona TEV-DEM`ê Henîfe Hisên were destpêirin. Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Omer wê 4 semînerên ku her yek wê 20 deqeyan berdewam bike û bi mijarên têkoşîna li hember tundiya li ser jinê werin dayîn rêve bibe. Di vê beşê de li ser mijara tûndiya li ser jinê, dîroka jina Sûriyê, êşên jinên êzidî û aşurî, parastina rewa wê nîqaş bên meşandin. Piştre wê navbera nîvro bê dayîn.
Komxebat wê îro bi nîqaşan bi dawî bibe.