Kuaforên Antalyayi projeya "Meqesa Mor" dan destpêkirin
12:32
JINHA
ANTALYA - Kuaforên jin yên Antalyayî yên projeya "Meqesa Mor" dan destpêkirin, bi kampanyaya ku dan destpêkirin dibêjin "Zarok nabin bûk û em porê wan çênakin"
Şaredariya Muratpaşa ya Antalyayê ji bo li dijî şîdet li ser jinan têkoşînê bide li Antalyayê bi 600 jinên kuafor re projeyeke hevpar da destpêkirin. Şaredarî ji bo ku şîdeta li ser jinan bê kêmkirin bi koma bi navê Desmala Sor bi "Projeya Meqesa Mor" jinên kuafor derbarê mijarê de agahdar kirin . Rayedrên şaredariyê, bi perwerdeyê ku didin ji kuafroan re got ku divê porê zrokên ku bi zorê tên zewicandin neyê çêkirin. Xebata projeyê ya li qadan di roja 25'ê Mijdarê ku Roja Têkoşîna li Hemeberî Tundiya li Ser Jinan ya Navneteweyî ye dest pê dike.
Kuafor Yasemîn Şakir ya ku piştgirî da projeyê, diyar kir ku ew der barê zewaca di temenê biçûk de hestiyar tevdigerin. Yasemîn diyar kir ku ew ê zarokên keç yên ku bi zorê tên zewicandin ku ji bo porçêkirinê tên salona wê dê qebûl neke û wiha berdewam kir: " Zarokên ku bên jî ezê ji wan re cihê ku jê alîkariyê karibin bigirin pêşniyar bikim. Em kuaforên Antalyayî ji bûkên zarok re dibêjin na û em ê porê wan çênakin."