Bêrîvan li çiyayê Şengalê hat bibîranîn
12:33
JINHA
ŞENGAL - Li çiyayê Şengalê Gerîlayê YJA Star Bêrîvan Şengal bi civînek ji aliyê gel ve hat bi bîr anîn.
Gerîlayê YJA Star Dunya Sat Saîd (Bêrîvan Şengal) di yekemîn salvegera xwe de li çiyayê Şengalê ji aliyê malbat û gel ve hat bibîr anîn. Li ser navê Meclîsa Jinên Şengalê Naem Îlyas diyar kir ku Bêrîvan di temenek biçûk de barek giran hildaye ser milên xwe û wiha got: "Wek gelê êzidî heya kesayetên wek Bêrîvan hebin, em ê tune nebin û dijminê me wê bi ser nekeve. Şengal warê berxwedanê ye. Bêrîvan pêşengiya me kir. Wek yekem jina êzidî riya azadiyê vekir. Em jî wek jinên Şengalê divê di vê riya ku şehîd nîşanê me dane têkoşîna xwe bidomînin."
Naemê anî ziman ku ji vir û pêde ferq di navbera bakûr û başûr de nemaye û wiha domand: "Tevahî şervanên ku li ser vê axê ji bo gelê êzidî têkoşîn dikin, zarokên mene û şehîdên meye. Tevahî zarokên me yên êzidî li ku devera Kurdistanê şehîd bikevin ew dibe şehîdê netewî. Em bi saya şehîdên xwe henin û dijîn."
Birayê Bêrîvanê Zerdeşt Bêrîvan jî wiha got: "Bêrîvan yekemîn şehîda jin ya Şengalê ye.Em wek malbat û hevalên wê gelek serbilind in. Bêrîvan her tim îddîa û armancê xwe mezin danî. Ticaran jiyanekî bê wate bo xwe qebul nekir. Piştî fermanê xwest tola jinên ku dîl ketine destê DAIŞ'ê hilîne. Her tim êşa wan dayik û xwişka dijiya. Bêrîvan ji bo me tevahî wek xetekî azadiyê ye. Em ê şopdarê riya Bêrîvanê bin. Dewleta tirk bi dehan ferman anî serê gelê me, lê bila bizanibe Bêrîvan û Agîtên vê welatê xilas nabe. Bêrîvanek biçe wê bi dehan Bêrîvan cihê wê bigre. Jinên êzidî îro li Sengeran li hember DAIŞ û zîhniyeta dewleta tirk şer dike. Tevahî jinên êzidî şopdarê Bêrîvan in. Em ji mirinê natirsin."
Zerdeşt destnîşan kir ku Bêrîvan Şengal şopdara Bêrîvan Cizîr bû û wiha pêl da gotina xwe: "Pêşengên me diyar in. Bêrîvan pêşengiya gelê êzidî û Şengalê kir. Em wek şagirtên wê riya azadiyê dişopînin."
Piştî civînê Endama Navenda Çand û Hunera Ezîdxanê Îlyas Şengal helbestek li ser têkoşeran xwend. Piştre civîn bi temaşekirina sînevîsyona li ser jiyana Bêrîvan Şengal bi dawî bû.