Li Til Temirê Heyva Sor a Kurd dest bi serjimariyê kir

13:42

JINHA

TIL TEMIR- Endamên Heyva Sor a Kurd li bajarê Til Temir bi armanca vekirina nexweşxaneyekê, dest bi serjimariyê kir.

Piştî ku li bajarê Til Temir di 10 çileya 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê çend teqîn pêk hatin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek mal û nexewşxaneyên bajar jî hilweşiyan. Gelê bajêr bê nexweşxane ma û pêwistiya wan bi yeke nû heye. Bi armanca avakirina nexweşxaneyeke nû, Heyva Sor a Kurd dest bi serjimariyê li bajar kir.

Endama Heyva Sor a Kurd Şêrîn Mihemed têkildarê mijara vekirina nexweşxanê de wiha got: "Ji bo avakirina nexweşxaneyek nû pêwîstiya me bi derxistina hejmara gelê Til Temir ji biçûk û mezinan heye. Li ser vê bingehê em bikaribin pêdiviyên nexweşxanê û bijîşkan jî peyda bikin."