Zilaman di nava 11 mehan de 236 jin qetilkirin

13:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Di navbera 1'ê çileyê û 20'ê mijdarê de zilaman 236 jin qetlikirin, li dijî 71 jinan êrîşa zayendî pêk anîn û li dijî 368 zarokên keç jî îstisamar zayendî pêk anîn.

Di navbera 1 çileyê û 20'ê mijdarê de zilaman 236 jin qetlikirin, li dijî 71 jinan êrîşa zayendî pêk anîn û li dijî 368 zarokên keç jî îstisamar zayendî pêk anîn. Ji sedî 22 jinên ku zilaman ew qetilkirin ji ber daxwaza wan ya berdanê û yan jî ji ber ya redkirinê ye. Ji sedî 9'ê van jinan jî li kolanan hatin qetilkirin.

Her wiha ev jinên ku hatin qetilkirin ji sedî 67'ên wan ji aliyê hevjîn, an jî 'heskiriyên' xwe ve hatin qetilkirin ku ev jî tê wateya 121 jin ji aliyê hevjîn an jî 'heskiryên' xwe ve hatine qetilkirin.

Herî kêm 368 zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû man

Li gorî nûçeyên ku derbarê îstîsmara zayendî de li medyayê hatin weşandin de di nava 11 mehên salê de li dijî 368 zarokên keç îstîsmara zayendî hat kirin. Li gorî daneyên ku di medyayê de hatin weşandin ji van zarokên keç herî kêm ji sedî 55'ên wan ji aliyê mamosteyên xwe ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû mane. Yen mayî jî ji aliyê xebatkarên dibistanan û esnafê derdora dibistanan ve û xizmên xwe ve bi vê êrîşê re rûbirû mane.

Her wiha ev zarokên keç yên ku bi îstîsmara zayendî re rûbirûmane ji sedî 3'yên wan astengdar in.