Cenazeyê Sabîha ya li Baglarê hat kuştin birin Wanê
14:53
JINHA
WAN - Cenazeyê xwndekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Ucoş ya ku li Baglarê li nava kolanê hat qetilkirin ji aliyê malbata wê ve ji bo definkirinê birin Wanê.
Cenazeyê Sabîha Ucoş ya ku duh li Baglara Amedê li kolana Karanfîlê ya Înskanevleriyê li nava kolanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Di dema ku otopsî li ser cenazeyê Sabîhayê dihat kirin malabata wê jî ji Wanê xwe gihand nexweşxaneyê. Cenazeyê Sabîhayê ji bo definkirinê ji aliyê malbata wê ve hat girtin û bi şev birin Wanê.
Her wiha hat aşkerakirin ku Sabîha xwendekara Zanîngeha Şirexê bûye.