Çalakikya Dayikên Aştiyê vê hefteyê jî hat astengkirin

15:42

JINHA

STENBOL - Dayîkên Aştiyê yên ku xwestin li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin carek din rastî astengiya polîsan hatin. Dayîka Aştiyê Guler Bugday li ser astengiya polîsan got "em dayîkin em aştiyê dixwazin" li ser vê yekê midûrê polîsan got "li welatê me aştî heye" û destûr neda çalakiyê.

Çalakiya rûniştinê ya Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê ya bi daxwaza ji Rêberê PKK'ê re azadî û vegerin Mutabakata Domabahçeyê bi hinceta "destûra walî tune ye" vê hefteyê jî hat astengkirin. Di çalakiya ku Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş jî ji bo piştgiriyê bidin dayîkan amade bûn de ji ber astengiya polîsan ne hat pêkanînin.

Li ser astengiya polîsan Dayîka Aştiyê Guler Bugday got "Em dayîkin em aştiyê dixwazin, tang û topên me tune ne. Tenê dilê me yê ku aştiyê dixwaze heye" û bertekên xwe anîn ziman. Balkêş ew bû ku polîsan ji Bugday re gotina "Li welatê me aştî heye" bikar anî.

Piştî nîqaşên hatin jiyîn, Dayîkên Aştiyê bêyî ku daxuyanî bidin belav bûn û daxwazên xwe yên aştiyê carekdin anîn ziman.