Zeynep Tum ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî
16:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li Ewropayê, têkildarî Zeynep Tum a ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyek dan. Rêxistinên jinan banga têkoşînê kirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê, Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, Meclîsên Jinan Zîn û Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê (ADKH) têkildarî Zeynep Tum a ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şîdeta li jinê tê kirin, her roj bi rengekî cuda dibe sedema mirina jinan. Ev şîdet carna bi rengê şîdeta fîzîkî, carna ya psîkolojîk û carna jî weke şîdeta civakî derdikevin pêşiya me û rê li ber xwekuştin an jî kuştina jinê vedike."
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Zeynep Tum a li nava şoreşger û Elewiyan tê naskirin, beriya 20 rojan ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî û hat gotin, "Zeynep Tum ku demekê bi kesê bi navê Bariş Aydin re bû, ji ber şîdeta mêr dawî li jiyana xwe anî û bi vî awayî îsyan kir."
Rêxistinên jinan dan xuyakirin, ku kesê bi navê Bariş Aydin, piştî merasîma cenazeyê Zeynep Tum hewl daye şîdetê li hin jinên din ên şoreşger bike û wiha dewam kirin: "Weke jinên şoreşger, sosyalîst welatparêz ên li Fransayê ji bo azadiya jinê têdikoşin, em ê bi ti awayî destûrê nedin heqaretên kesên mîna Bariş Aydin ê jiyana Zeynep Tum vemirandiye.
Banga me li hemû koçber, Elewî, sosyalîst û welatparêzên li Fransa û Ewropayê ye; em nehêlin kesên kujerên jinan ên mîna Bariş Aydin jiyana me biherimînin."