Peymangeha Zanist û Perwerdehiyê girtina parlementeran şermezar kir

16:40

JINHA

HESEKÊ– Peymangeha Zanist û Perwerdehiyê ya Taxa Til Hecer girtina hevserokên HDP‘ê û parlementerên kurd şermezar kir.

Peymangeha Zanist û Perwerdehiyê ya Taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê girtina hevserokên HDP'ê û parlementerên kurd yên bakûrê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de mamoste û şagirtên peymangehê amede bûn. Di daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Gulistan Bekir ve hatiye xwendin de wiha hat gotin: "Em êrîşên dewleta tirk ya li hember vîna gelê kurd li bakûr û rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Herî dawiyê jî êrîşên xwe li ser Minbicê dijwartir dike. Erdogan li dijî serkeftinên Rojava, biratiya gelan û hevgirtinên netewan êrîşên pêk tîne.

Girtina hevserokên HDP‘ê têra dewleta Tikriyê nekir, hîn bêhtir siyasetmedarên kurd yên ku bi aştî, demokrasî, wekhevî û mafê gelan bang dikin, digrin. Herî dawiyê jî Ahmed Turk girtin û hîn jî dixwazin siyasetmedaran bigrin û wan têxe bin kontrola xwe. Tevî van hemuyan jî dibêje ku Salih Muslim jî li pişt hemû terora li Tirkiyê ye. Em hemû jî dizanin ku Salih Muslim balyozxanê aşîtiyê ye. Her dem bang aşîtiyê dike û tu carî ne gengaze ku bi van kiryaran rabe, em hemû dizanin ku ev kiryar yê dewleta Tirk û hevalbendê wê DAIŞ'ê ye. Tucarî terorîst bi ser nakevin, aştî û azadî wê para me be, ji ber ku em xwedî maf in."

Daxuyanî bi diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe " û " Bijî serok APO " bidawî bû.