Fuara ku jinan vekir reng dide bazaran
10:19
JINHA
MÊRDÎN-Li qoserê navenda jinan a nuda, ji bo ji jinan re bibe alîkar fuara amûrên ku bi deste jinan hatine çêkirin vekir. Jinan gotin ku, ew dixwazin xebatên jinan yên bi vî awayî berfirehtir bibin.
Li qoserê navenda jinan a Nuda ji bo ji jinan re bibe alîkar û piştgirî li qoserê fuar vekir. Di fuarê de xemlûxişik û desmalên ku, ji destê jinan tên çêkirin cih digirin. Fuara jinan dê heya 1 meha kanûnê vekîrî be.
'Keda jinan di fuarê de tê pêşkeş kirin'
Jina ku, di fuarê de cih digire ya bi navê Evîn Elelî diyar kir ku, ew ji bo hûnera desten jinan pêşkeş bikin ev fuar vekiriye û wiha axivi;"Di fuara me de pîranî tiştên ku, bi dest tên çêkirin cih digirin. Armanca me ya li vir ew e ku, em ji jinan re bibîn alîkar û piştgir. Li vir tenê fuareke jinan heye ew jî reng dide dezgehan em eleqeyek pir mezin dibînin kesên ku, tên li vir ji me re dibêjin we bi renge jinê reng daye dezgehê em jî ji vê yeke pir kêfxweş dibîn. Jin heya ku, van çêdikin kedek pir mezin didin nexşên pir cûda bi keda desten xwe derdixin holê. Ji sabuna xweziyê bigire heya her tiştêndin ên li fuarê bi destê jian hatine çêkirin. Em dixwazîn ku, her tim bi vî awayi derbas bibe keda jinê bê hûnandin."
'Em dixwazîn keda jinan ji civak û gel re bidîn nasîn'
Maşallah Gungor jî da zanîn ku, armanca xebata wan ew e ku, ew dest bidin keda jinan û wiha got:"Em di fuarê de 4 jin cih digirîn. Xebat ji aliyê Navenda Jinan a Nuda hatiye destpêkirin. Me îsal dest bi fuarvekirinê kir. Armanca me ya fuarvekirinê ew e ku, em keda ku, jin li mal, kolan û deverên din dide bidîn pêşandan. Eleqeya gel a li hemberî fuarê pir zêde ye. Her nexşeyên goreyan, desmalan, seramîkê û qehweyê di fuara me de cih digirin. Em bi berfirehî dixebitîn. Em dixwazîn bi vê fuarê keda jinan ji civak û gel re bidîn nasîn. Mixabin keda jinan wekî li herderê li Mêrdînê jî nayê dîtin. Ji bo wê jî pêdivî pê heye ku, ev xebatên bi vî awayî bên meşandin. Jin bi van xebatên me hêz digire di her aliyî de xwe pêş ve dibe. Em dixwazîn ku, xebatên jinan yê bi vî rengî berdewam bikin. Em dixwazîn xebatên me jinan berfirehtir bibin."