'Divê jin li hember tundiyê berê xwe bide azadiya xwe'

10:21

JINHA

KOBANÊ - Cîgira Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen derbarê çalakiyên 25'ê Mijdarê de got ku divê jin li hêza xwe xwedî derkeve û ji bo dawî li tundiyê bîne asta têkoşîna xwe bilind bike.

Di çerçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, Rêveberiya Kantona Kobanê di 11'ê mijdarê de hemleyek dabû destpêkirin. Hemle li ser bingeha lidarxistina civîn, meş û semîneran dest pê kir û dewam dike. Têkildarê mijarê Cîgira Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen diyar kir ku wan di çarçoveyê plansaziya xwe de gelek çalakî pêk anîne û wiha got: "Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Beriya şoreşa Rojava jin li her qadê rastî tundiya giran dihat. Mêr li hember jinan tundiyek hovane pêk tanîn û jinan ji mafê jiyanê bê par dihêştin."

'Jin di perwerdehiyan de rastiya xwe nas dikin'

Bêrîvanê destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe zîhniyeta mêr diguherin û wiha pêl da gotina xwe: "Bi semîner, civîn û gelek çalakiyên din mirov dibîne guhertinek pêk tê û tundî di jî kêm dibe. Perwerde jî bandorekî erênî li ser jinan dike. Jin di perwerdehiyan de rastiya xwe nas dikin û êdî şîdetê li ser xwe qebûl nake."Çalakiyên ku li hember şîdetê tên lidarxisitn, bandora xwe li ser civakê û bi taybet jinan dike. Ji ber wê hinek asta şîdetê ji berê kêmtir dibe."

'Divê jin xwedî li hêz, vîn û hebûna xwe derê'

Bêrîvanê anî ziman ku ew hewldidin mêr jî tevlî çalakiyên hember şîdetê bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelek cureyên şîdetê hene, şîdeta zayendî, aborî, derûnî û hwd. li hember jinan tê pêk anîn. Di civaka ku tundî lê hebe ne tenê jin hebûn û hêza xwe wenda dike, di heman demê de ew civak jî bê wate dibe. Bi qasî perwerdehi ji bo jinan derbasdare ji bo mêran jî heman wateyê digre nava xwe. Lê bi taybet divê jin xwedî li hêz, vîn û hebûna xwe derê û xwe nasbike. Divê jin çewan di dîrokê de pêşengiya jiyanê dikir, îro jî jin li hember pergala desthilatdariyê têbikoşin û dîroka xwe nû de zindî bikin. Ji bo jiyanek hevpar divê jin û mêr têkoşînek hevpar bidin meşandin."