Pirsgirêkên xwendekaran wê ‘xwişka manewî’ çareser bike!
10:33
JINHA
AMED – Ji bo yurda xwendekarên jin yên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin ‘rehberên manewî’ hatin tayînkirin. Xwendekaran diyar kirku heta îro ti pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha berdewam kirin: “Ji xwe re naxwaze em bêjin rehber dixwaze emê jin xwişk.Em nizanin ev ji kîjan zîhniyetê tê. Ji ber wê em wan li yurdên xe naxwazin.”
Xwendekarên zanîngeha Dîcleyê yên li yurdên Ziya Gokalp û Selahadîn Eyyubî dimînin ji ber ji dibistanê gelek dur bû di rê de rastî êrîşên zayendî hatibûn û li ser vê daketibûn kolanan. Lê hîna jî pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û niha jî ‘rehberên manewî’ hatin şandin. Xwendekar diyar kirin ku rêveberiya dibistanê ji bo çareseriya pirsgirêkan rehber şandine û li dijî vê bertekin.
‘Yek pirsgirêkek çareser nebû’
Ji xwendekaran S.T wiha got: “Ev sê sale ez li vê yurdê me. Min ji hemû bûyeran re şahidî kir. Ev sê sal eme ji bo pirsgirêkan gilî kir lê yek jî nehat çareserkirin. Yurd ji dibistanê dure û em di rê de rastî tacîzê dihatin. Xwarin xerabin. Îdare xerabe. Li yurdê sîxur pirin. Xebatkarên mêr yên yurdê jinan tacîz dikin. ligel vê gelek pirsgirêkên din jî hene. Me li dijî van bi dehan carî çalakî pêk anîn lê rêveberiyê ti tiştek nekir.”
S axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha rehbet tayînê yurdê kirine. Jinek ciwan ji îlahiyatê mezun bûye. Her tim li korîdoran digere û ji xwendekaran re dibêje pirsgirêka we hebe bên cem min. Têkiliya wê bi midûra yurdê re gelek baş e. Ji xwe li yurdê sîxur pirin. Mifteyên odeyan bi wan re heye. Dema em tinebin tên odeyên me. Ji bo pirsgirêkên me ne psîkolog rehberên manewî anîne. Mezuna îlahiyatê wê çawa pirsgirêkên me çareser bike. Ne rehber bila daxwazên me bên cih.”
Xwendekaran bang li rêveberiya dibistanê kir ku bila daxwazên wan bên cih û ger pêk neyê wê yurdê protesto bikin.