'Ya ku şîdetê derdixe holê ne hestin, erêkirina pergalê û zîhniyete’
10:36
JINHA
ÎZMÎR- Psîkolog Tugba Şen diyar kir ku şîdeta mêr ji pergala serdest ya mêr xwedî dibe û got ji bo şîdet bi dawî bibe divê li her derê li şûna rolên zayenda civakî, civakek wekhev bê gîhandin.
Tugba Şeng şîdeta li hember jin û zarokan ji zîhniyeta mêr xwedî dibe û got pêvajoya avabûna şîdetê, ji bandora zarokatiyê tê.
Tugbayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji zarokatiyê j ibo zarokên kûr gotinên wekê xurt, aktîf û serkeftî tê bikaranîn. Ji bo zarokên keç jî bêhêz, şikestî û nazdar tê bikaranîn. Ligel ku cudabûnek wisa di navbera zayendan de tine jî bi gotinên wisa zarok wisa bawer dikin.
Dayik wek kesên li malê û bi karên malê re mijûl û bav jî wek kesên li derve kar dikin tên dîtin. Wek berpirsyariyên newekhev tên nîşandan. Dîsa di têkiliyên xwişk û birayan de jî jibo zarokên keç karên malê û xwarin tê fezkirin, lê yên kûr jê dûr tê girtin.
Dema mirov li lîstikên zarokan jî dinêrin zarokên kûr bi futbolê re yanî xwe dispêre tevgeran, zarokên keç jî bi lîstikên pasîf tên sînorkirin. Zarok li gorî lîstikên cudahiya zayendê nîşan dide dilîzin. Lê ya rast eve ku divê zarok bi lîstikên wek hev bilîzin. Di rêzefîlm û çîrokan de jî dîsa zarokên kur di rola kesên di parêzin de dilîzin. Ji bo kûran dibêjin ‘ mêrê hez dike, nirx dide diparêz’. Dema wisa dibe jî dibin berpirsên şîdetê. Her wiha ji bo kêmbûna şîdeta mêr jî perwerdehî bê bandore. Tenê cureyên şîdetê diguherîne. Kesên asta wan ya perwerdehiyê bilind be li şûnda şîdeta fîzîkî, şîdeta psîkolojîk û devkî pêk tînin.”
‘Ya şîdetê derdixe holê pergala serdest ya mêre’
Tugbayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ya ku şîdeta mêr derdixe holê ne hestin, erêkirina pergalê û teşwîqkirina şîdetê ye. dema jin hêrs dibin digirîn û dixeyîdin. Lê mêr zirarê dide kesa cem xwe û dijûnan dike. Ji ber vê divê civakek wekhev bê afirandin.”