Ji bo kedkarên cemaweriyê yên girtî kart hatin şandin

10:41

JINHA

EDENE - Meclisa Jinan a KESK'ê ya Edeneyê ji bo kedkarên cemaweriyê yên girtî bi minasebeta 25'ê mijdarê kartên piştevaniyê şandin.

Endamên Meclisa Jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê a Navneteweyî, ji bo kedkarên girtî qartên piştevaniyê şandin. Jinên KESK'î yên ku li ber Postexaneya Edliyeyê hatin gel hev, der barê girîngiya rojê de daxuyaniyek dan û ji kedkaran re kart şandin.

Sekretera Jina a Egtîm Sen'a Edeneyê Şukran Kablan Yeşîl daxuyanî xwend û wiha got: "Egirtina hevalên me bê hiqûqî ye, heta ku ev bê hiqûqî û şîdeta li ser jinan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Piştî daxuyaniyê ji ji kedkarên cemaweriyê re kart hatin şandin.