'Em banga têkoşîna hevpar li jinan dikin'
12:51
AMED - Jinên ji Rêxistina DBP'a bi minasebata 25'ê Mijdarê bi jinên li Sûrê re hatin gel hev û li dijî şîdetê banga têkoşîna hevpar li jinan kirin.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya bi Şîdeta li Ser Jinê re çalakiyên jinan berdewam dikin. Jinên ji Rêxistina Navçeyê ya Sûrê a DBP'ê jî di çarçoveya van çalakiyan de bi jinan re hatin gel hev li avahiya navçeyê daxuyanî dan û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Hevseroka Navçeyê Ayhan Dogrual ya ku daxuyanî xwend diyar kir ku li cîhanê bi hezaran jin li dijî şîdetê têkoşînê didin û wiha berdewam kir: " Em jin ji ber hişmendiya mêr -dewletê bi her cure şîdetê re rûbirû dimînin û em sedema vê jî baş dizanin. Şîdeta li ser jinê îdeolojîya bi hişmendiya mêr e. Em ê li dijî vê îdeolojiyê destkeftiyên xwe veguherînin şoreşê. Jo bê pêkanîna vê hêza me bes e. Jo ber ku bi hêzbûna jinê dê faşîzmê têk bibe. Em li ser vî bingehî hemû jinan silav dikin û wan ji bo têkoşîna hepar vedixwînin qadên hevpar ên têkoşînê."