Li Êlihê civina gel
14:12
ÊLIH - Bi pêşengiya HDP û DBP’ê ya Êlihê civima gel pêk hat.
HDP û DBP’ a Êlihê derberê pêvajoya siyasî de civina gel li dar xistin. Civin li salona dawetê ya Rozayê pêk hat. Parlamenterên HDP’a Êlihê û ya Rihayê Saadet Becerîklî, Osman Baydemîr, TJA, Meslîsa Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivil ên civakî û gelek kes tevlî civînê bûn. Li salonê pankarta li ser "Niha gel diaxive"nivisî û alên HDP’ê daliqandi bûn.
Parlamenter Osman Baydemîr derbarê giringiya civinê de axivî û diyar kir ku gelê kurd bi bîr û baweriya xwe dê bi ser bikeve. Osman got çawa desthilatdaran di dîrokê de bi zilma xwe dawî xwe anin dê ev car jî zalim bibin kurbana zilma xwe.
Civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.