‘105 jinan ji ber şîdetê serlêdan kir’

09:16


WAN - Psîkolog Zeynep Beyazitê diyar kir ku Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn xebatên têkildarî hişmendîkirina jinê de berdewam dike û di vê salê de 105 jinên rastî şîdetê hatine serî li wan dane.

Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn ku li Wanê di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin de têkildarî şîdeta li hemberî jinê de ev 2 sale xebatan dimeşîne heta îro di alî piştigriya psîkolojîk, civakî û aborî de piştgirî daye gelek jinan. psîkolog Zeynep Beyazitê diyar kir ku navendê hedef kiriye ku xwe bigihîne gelek jinan û got şîdet ji ber feraseta zîhniyeta serdest ya mêr diqewime.

Zeynebê da zanîn ku di vê mijarê de xebatên anketê kirine û ev titş parve kir: “Jinan şîdet di nava xwe de qebûl kirine. Em di anketan de dibînin ku şîdeta heta cihekî normal hatiye qebûlkirin. Hinek jin şîdetê wek mafê hevjînên xwe dibînin. Jin hinekî vê wek qedera xwe dibînin.”

Jin ji mafên xwe bê agahî ne

Zeynebê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jin ji mafên xwe bê agahîne û ji qanûna 6284 bê agahîne. Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 2016’an de 105 jinî serî li navendê da. Niha li stargeha me jî 45 jin hene. Em her cureyê piştgiriyê didin vana. Îsal li Wanê 12 jinî xwe întîxar kir.”