Xebatkarên Azadiya Welat û Ozgur Halkê serbest hatin berdan
08:07 28/08/2016Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat û kovara Ozgur Halkên serbest hatin berdan.
Di buroya Ozgur Halkê de dest danîn ser gelek kovaran
18:50 27/08/2016Di serdegirtina buroya Ozgur Halkê ya Wanê de polisan dest danî ser gelek kovaran.
Kobaniyan xwe li pêşiya tangan kirin zincîr
18:20 27/08/2016Bi sedan welatiyên Kobanê berê xwe dan aliyê sînor û binpêkirina axa Kobanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kirin. Ciwanan jî benên ku leşkeran danîne rakirin.
Polîsan ser avahiya Ozgur Halkê de girtin
16:24 27/08/2016Polisan ser avahiya Ozgur Halkê ya Wanê de girtin.
Beriya panelê belavok belav kirin
15:39 27/08/2016Ji bo panela bi pêşengiya KJA yê li wanê dê bê lidarxistin jinan bi belav kirina belavokan welatî vexwendin.
Asli Erdogan piştî hefteyekê dan nava girtiyan
15:20 27/08/2016Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gunemê Asli Erdogan girtin qawişê.
Xizmên windayan: Dagirkerî ne çareseriye tenê rê aştiye
14:53 27/08/2016Li Amed û Êlihê xizmên windayan û ÎHD ji bo aqûbeta windayan bipirsin hatin cem hev û xwestin kiryar bên darizandin û aqûbeta windayan bê ronîkirin.
Li hemberî tecrîdê DBP dê li 5 bajaran mitîng lidarbixe
14:43 27/08/2016Navenda Giştî ya DBP'ê dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi silogana "Ji tecrîdê re bes e, ji bo em deng bidin aştiyê em li qadan in" dê li 5 bajaran mîtîngan pêk bînin.
‘Dest ji polîtîkayên tindiyê berdin’
14:40 27/08/2016Dayikên Şemiyê di rûniştina 596'an de aqûbeta zarokên xwe xwestin û ji bo windahiyên nû pêk neyên gotin: "Dest ji polîtkayên şidet û xwînrijandinê berdin."
‘Em ê di 1’ê Îlonê de dengê xwe bilind bikin’
13:02 27/08/2016Yekîtiya Hêzan a Ked û Demokrasiyê têkidarî bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li salona Yekîtiya Mulkiyeyan daxuyanî da û biryara di 1'ê Îlonê de derkevin qadan da.
Li Bêgiriyê komcivîna jinan
12:21 27/08/2016Her hefte komcivîna jinan a li Bêgiriyê tê kirin berdewam dike.
Yasemînên Reş li ser jin û dagirkeriyê hatiye nivîsandin
11:45 27/08/2016Nivîskara Cezayîrê Hawa Djabalî li ser mijarên evîndarî heya tundiya sîyasî, dagirkeriya zayendî û yên li hemberî wan disekine nivîsiye. Gelek mijarên din ji romana bi navê ...
Li Sûrê dorpêç û qedexe didome
11:24 27/08/2016Qedexeya ev 9 meh e li ser navçeya Sûrê didome, li kuçeyan hat rakirin, li kuçeyên derveyî sûrên dîrokî berdewam dike.
Kantona Cizîrê ji bo azadiya Ocalan meşiya
10:05 27/08/2016Kantona Cizîrê bi meşeke girseyî daxwaziya azadiya Ocalan kir.
Jinên Êlihê amadekariyên mitînga ‘azadiyê’ dikin
09:34 27/08/2016Bi pêşengiya KJA yê li Êlihê amadekariyên mitînga 1’ê Îlonê ku dê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” bê li darxistin berdewam dikin.
Li Hîndîstanê sed hezar jin ji ber ‘cîz’ hatin qetilkirin
09:10 27/08/2016Li Hîndîstana ku yek ji welatên herî zêde zext li ser jinê tê meşandinê, li gorî lêkolîneke hatiye meşandin di sala dawî de 106 hezar jin bi şewitandinê hatine qetilkirin.
Li kolanan ji bo yên 'di şînê de jî ferq û cudahî dikin’ bertek
09:06 27/08/2016Welatiyan diyar kirin ku di şînê de jî deshilata siyasî ferq û cudahiyê dike û gotin: “Di komkujiya Dîlokê de berpirsiyariya deshilatiyê heye.”
'Jinên dibêjin em rastî êrîşa zayendî tên, tên dersînorkirin’
09:04 27/08/2016Parêzer Gulseren Yolerî balkişand ser êrîşên zayendî û binpêkirina mafan ya li ser jinên penaber û got jinên rastî êrîşa zayendî tên vê nabin darazê û got: “Em dibihîzin ku ...
Daxwaza azadî û xwegîhandina heqîqetê ya Destanê
09:04 27/08/2016Sidika Yildiz ku qeder û nivîsa li ser eniyê ji xwe re nekir, bar, li hember hemû zilmên li ser jinê, li ser bîranîna Ekîn Wanê şer kir û li wir bibû destan.
Çaglar Demîrel:Siyaseta Kurd di asta biryarek girîng de ye
09:03 27/08/2016Wekîla seroka koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyar kir ku piştî deklerasyona çareseriyê ya KCK’ê wek partiyasî siyasî û sazî wê di 31’ ê Tebaxê de nîqaşên girîng bimeşînin ...