Hemû Nûçe

Ji Aysel Tugluk re 10 heyv cezayê girtîgehê

16:21 12/02/2016 1

Hevseroka berê a KCD Aysel Tugluk bi îddîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" deh me cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li Colemêrgê 2 jin û ciwanek hatin binçav kirin

15:56 12/02/2016 8

Li Colemêrgê HDP û BDP'ê bi armanca şermezar kirina Cizîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê polîs êrîş bir ser girseyê 2 jin û cewanek girtin binçavan.

Semînera tendûrustiyê ji bo malbatên Şehîdan

15:42 12/02/2016 3

Ji bo pêşî li nexweşiyên jinan were girtin û zanebûna tendûrustiyê bilind bibe ji aliyê bijîşkê pispor ve semînerek ji malbatên şehîdan re hate dayîn.

Mamosteyan komplo û komkujiya Cizîrê şermezar kirin

15:35 12/02/2016 1

Mamosteyên bajarê Dêrikê li ser sînorê Endîwerê bi daxuyaniyekê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê mehkûm kirin û hovîtiya li Cizîrê şermezar kirin.

Bîlançoya dawî ya komkujiya Cizîrê

15:16 12/02/2016 1

Li Cizîrê, ji 138 kesên li jêrzemînên 3 avahiyan asê man 70 cenaze ji aliyê ambûlansên Şaredariya Cizîrê ve hatin derxistin. Aqûbeta 67 kesên mayî, hînê nayê zanîn.

Yekîtiya Star a Efrînê êrîşa hember bedena jin û înfazkirina birîndaran şermezar kir

15:02 12/02/2016 1

Rêxistina Yekîtiya Star a kantona Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya dewleta Tirkiyê a li hember gelê bakûrê Kurdistanê şermezar kir.

Hunermendên jin piştgirî dan berxwedana bakûr

14:33 12/02/2016 2

Li ser sînorê bakûrê Kurdistanê li Endîwera girêdayî Dêrikê ji bo protestokirina komkujiyên hovane ên ku bi destê hêzê dewleta Tirkiyê li Cizîrê pêk hatiye, çalakî ji aliyê ...

Jina Ereb bertek nîşanî komployê da

14:23 12/02/2016 4

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, saziyên bajarê Til Temir, bi hemû niştecihên xwe ve alên reş li ser sazî-malên xwe dalqandin. Jinên ...

Daneşîna Çîlem Dogan a yekem di 26’ê Sibatê de ye

14:09 12/02/2016 1

Dîroka daneşîna Çîlem Dogana ku hevjinê xwe yê bi darê zor pê fuhuşê dikir û tundiyê li ser pêk dianî qetil kir diyar bû. Çîlem Dogan ku dê di 26’ê Sibatê de derkeve pêşberê ...

TEV-ÇAND'a Kobanê komplo şermezar kir

13:45 12/02/2016 3

Bi boneya rasthatina salvegera komploya navnetewî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, TEV-ÇAND'a Kobanê daxuyaniyek da.

Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin

13:15 12/02/2016 3

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegihanê Fransewî Gael Cloarec û nûçegîhanê siyasihaber.org'ê Duygû Yildiz di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.

Doza Sîbel Ozbudun taloqê 17 Adarê hat kirin

12:44 12/02/2016 1

Nivîskar Sîbel Ozbudun ji ber parvekirinên di tora civakî de doz lê hat vekirin. Ji ber dozger ne amede bû, doza Sîbel taloqê 17'ê Adarê hat kirin.

Nûçegîhana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin

12:21 12/02/2016 2

Nûçegîhana DÎHA'yê ya Cizîrê Bêrîtan Îrlan a ku malbatên birîndaran, ên ku xwestin biçin taxên Cudî û Sûrê dişopand, ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin.

Rexistinên Jinan: Li hemberî jinan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin

12:14 12/02/2016 3

Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a Stenbolê Fîdan Ataselîm diyar kir ku li hemberî jinan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin û wiha got: "Qetilkirina jinên li Cizîrê ...

Li Nisêbînê zarokên barîkat…

12:05 12/02/2016 19

Zarokên Nisêbînê ji bo ku neyên kuştin li her derê barîkatan çêdikin. Zarokên ku bi çîrokên bira û xwişkên xwe mezin bûne û wan qet nedîtine bi destên xwe yên mezin di nava ...

'Xwastin bi girtina Ocalan vîna gel bişkînin'

11:57 12/02/2016 4

Doh êvarê li navçeya Xidran a girêdayî bajêrê Dukan derbarê komploya navnetewî de semînerek hat li dar xistin.

Jin bi çêkirina nanê tendûrê aboriya xwe bi dest dixin

11:39 12/02/2016 10

Jinên Wanê ji bo zîncîra li ser xwe bişkînin û tevlî jiyana civakî bibin di serî de aboriya xwe bi dest dixin. Li Wanê sê jin li hemberî hemû astengiyên mêran kargeh vekirin û bi ...

Jin: Em ji tazîbûna xwe şerm nakin hûn şerm bikin

11:26 12/02/2016 10

Li Gimgimê piştî Ekîn Wan li Cizîrê jî piştî ku jin hatin qetilkirin bedena wan hat teşîrkirin. Jinên ku bertek nîşanê vê hovîtiyê dan got bi teşîrkirina bedenan nikarin wan ...

KJA: Jin tecrît, bêbextî û dagirkeriyê ji nêzve hîsdikin û dijîn

11:13 12/02/2016 1

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya rasthatina salvegera 17. komploya navnetewî de daxuyanî da.

Dayîkên Aştî: Êdî em ê nebêjin aştî

11:01 12/02/2016 4

Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî a Edenê gotin "Bi salane me got aştî, me navê zarokên xwe jî kir aştî, lê ew her dem qirkirina me esas girtin. Hovîtiya ku li Cizîrê pêk hatî cihê ...